05:10 21 Nîsan 2018
    Kerkûk - Ala Kurdistanê - Iraq

    Siyasetvanekî iraqî: Qeyrana Kurdistanê ber bi zelaliyê ve diçe

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Siyasetvanê iraqî û rayedarê tevgera "Em hemû Iraq in" Dr. Mehmûd Enwerî got ku piştî daxuyaniyên Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Ihsan Eşemerî, qeyrana Kurdistanê gihiştiye rêyeke wiha ku taybetmendiyên wê zelal in.

    Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Ihsan Eşemerî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandibû û gotibû: piştî Herêma Kurdistanê destûra Iraqê wek hekem qebûl kiriye, hinek biryar ji bo bidawîkirina qeyranê hatine dayîn."

    Enwerî ji ajansa Sputnikê re axivî û got," Barzanî diyar kiriye ku Hikûmeta Herêmê amade ye li gel hikûmeta navendî diyalogê bike lê wî biryarên hikûmeta Iraqê yên nû şirove nekirin û tenê ragihand ku şandeyek bo gotûbêjkirina li gel hikûmeta federal hatiye şandin".

    "LIHEVKIRINEKE GIŞTÎ DI NAVBERA HEWLÊR Û BEXDAYÊ DE TINE"

    Siyasetvanê iraqî destnîşan kir ku lihevkirineke giştî di navbera Hikûmeta Iraqê û Wezareta Pêşmergeyan de tine lê dîsa jî Serokatiya Iraqê ragihandiye ku bipêşdeketineke berbiçav û erênî derbarê lihevkirina herdu aliyan de heye ku tê payîn ev bipêşdeketin di demeke kurt de were dîtin.

    Di berdewamiya axiftina xwe de, Enwer wiha axift: "Helbet hinek tişt hene ku Herêma Kurdistanê van mercên Hikûmeta Iraqê ragihandine qebûl bike û ew jî qeyrana muçeyan û tiştên din in ku girêdayî mijarên navxweyî yên herêmê ne lê sedema sereke ew destpêşxeriya Serokkomar Fuad Masûm bû ku çareseriyê di nava xwe de teqez dike û ewlekariya her kesî dabîn dike."

    Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî bersiva şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê dabû û gotibû: "Herêm amade ye li ser xalên sînorî û balafirxaneyan bike."

    Bi heman mijarî:

    Şandeyeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir
    Sibe Serokê Parlemantoya Kurdistanê dest ji kar ber dide
    Heyder Ebadî çima bersiva diyalog a Herêma Kurdistanê nade?
    Li Meclisa Tirkiyeyê nîqaşa ‘Kurdistanê'
    Bayik: Ji bo hemû perçeyên Kurdistanê polîtîkaya yekîtiya neteweyî pêwîst e
    Serokê Parlamentoya Kurdistanê îstîfa kir
    Serokekî nû ji bo Parlamentoya Kurdistanê tê hilbijartin
    Etîketan:
    Sefîn Dîzeyî, Ihsan El Şammarî, Heyder Ebadî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de