18:29 19 Nîsan 2018
    Mûsil

    Hê jî aqibeta 3 hezar sivîl ne diyar e

    © REUTERS / Stringer
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya ajansa APê piştî şerê DAIŞê ji gelek ıraqiyên sivîl agahî nayê wergirtin. Piştî ku Mûsil ji aliyê hêzên Iraqê ve hat kontrol, ji bo 3 hezar kesan serlêdana windabûyînê hat kirin.

    Piraniya kesên windayî ji zarok û kesên navsere pêk tê. Ji meha tîrmeha heta niha bo 3 hezar kesan serî li Meclisa Herêmî ya Nînovayê kirin. DAIŞê gelek ji wan sivîlan dema Mûsil di kontrola wan de bû ji wir revandin ên mayîn jî ji aliyê hêzên hikûmeta navendî ve hatin girtin.

    Pirsa berpirsyarê windayiyên Iraqê kî ye? tê kirin û ji ber bûrokrasiya tevlîhev ne hejmara windayiyan rast tê zanîn û ne jî hejmara kuştiyan. Yên ku welat birêve dibin têkbirina DAIŞê pîroz dikin, lê ji aliyê din ve jî xelkên sivîl jî bi kesên windayî re meşqul in.

    Bi sedan mûsilî ji bo xizm û eqrebayên xwe bibînin bi belgeyan li bexçê avahiya dadgehê dikevin rêzê. Lê li gor jêderên herêmî ihtîmaleke kêm e ku ev kes xizmên xwe yê windayî bibînin.

    Li gor raporta Saziya Mafê Mirov (Human Rights Watch-HRW) li Iraqê 20 hezar kes bi îdîaya ku bi DAIŞê re têkildarbûn di girtîgehan de ne û digel salek bi ser kontrolkirina bajarê Felluce û Rûmadî ve derbas bû hê jî agahî ji 2 hezar û 900 kesî nayê wergirtin.

    Bi heman mijarî:

    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    Bahçeli: Piştî 81 Duzceyê 82 Kerkûk û 83 jî Mûsil e
    Parlamentarê AK Partiyê, rêya destwerdana Mûsil û Kerkûkê nîşan da
    Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir
    'Emîrê DAIŞê ku Mûsil dagir kiribû hat kuştin'
    Etîketan:
    Li Iraqê aqibeta 3 hezar sivîl ne diyar e, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de