10:26 23 Nîsan 2018
    Artêşa Iraqê - Tilafer

    Li başûrê Mûsilê şer: 60 kuştî

    © REUTERS /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li başûrê Mûsilê di navbera hêzên ewlehî yên Iraqê û rêxistina terorîst a DAIŞê de 60 milîtanên DAIŞî hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyekî ewlehî yê li herêma Mûsilê, artêşa Iraqê di operasyoneke leşkerî ya li başûrê Mûsilê de 60 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê kuştin. Herwiha li gorî nûçeyeke tora medyayî ya artêşa Iraqê li sînorê Diyalayê 11 û li rojavayê bajarê Enbarê jî 5 milîtanên DAIŞî di êrişên balafirên şer ê koalîsyonê de hatin kuştin.

    Ji aliyê din ve Wezareta Navxweyî ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li 5 welatên cuda yên Iraqê 118 gumanbarên DAIŞî hatin desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kerkûkê di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şer: 6 kuştî
    Erdogan li welatê afrîkî Sudanê DAIŞ û PYD şiband hev
    Bafel Talebanî: DAIŞ dê vegere Iraqê
    DAIŞ li Dêra Zorê li ber tunebûnê ye
    Hevpeymana navdewletî: DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê têkşikiya
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Iraqê, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de