00:57 26 Nîsan 2018
    Iraq - Alaya Iraqê

    Sala borî li lraqê 36 rojnamevan hatine kuştin û birîndarkirin

    © Sputnik / NAZEK MOHAMMAD
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda lraqê ya bo Piştevaniya Azadiyê rapora xwe ya sala 2017an a li ser rewşa rojnamevaniyê û karê rojnamevanan li lraq û Kurdistanê ragihand û tê de dibêje di sala 2017an de 14 rojnamevan hatine kuştin û 4 jî mirî ne û 18ên din jî birîndar ketine û piraniya wan bûyeran jî dema veguhastina bûyer û şerê li dijî terorîstê DAIŞê bûye.

    Navenda lraqê ya ji bo Piştevaniya Azadiyê di wê raporê de ku îro weşand û kopiyekê ji bo peyamnêrê Sputnîk Kurdistanê hatiye şandin, daxuyand ku li hemberî sala par, rewşa rojnamevaniyê û rojnamevanan li lraqê û Herêma Kurdistanê hinekî baştir e. Lê ji bilî haletên kuştin û birîndarketinê di îsal de 15 rojnamevan hatine lêxistin ji aliyê hêzên asayişê û zêrevanên berpirsan ve û 11 jî ketine zindanê û 5 kesên din jî rastî gefa kuştinê hatine. Herwisa 3 rojnamevan jî hatine revandin û hejmareke din jî bi fermana berpirsan hatine dadgehkirin û sizadan.

    Herwisa rapor dibêje di îsal de sê kenalên televîzyonê jî ji aliyê desthilatdarên lraq û Herêma Kurdistanê ve hatine daxistin yek ji wan kenala NRT bûye û 2 kenal jî li parêzgeha Enbar ya lraqê hatine daxistin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya nûçeya Reutersê ya derbarê Koreya Bakur de derewand
    3 sal cezayê hepsê li Mursî hat birîn
    Polîsan bi ser avahiya HDPê de girt
    Hat îdiakirin ku Amerîka û Îsraîl li ser plana ji bo astengkirina Îranê li hev kiriye
    Pentagonê bo S-400an bertekeke din nîşanî Tirkiyê da
    Enqerê bersiva Yekîtiya Ewropayê da
    Hewlêr şandeyeke tenduristiyê dişîne Bexdayê
    Etîketan:
    NRT TV, Navenda lraqê ya ji bo Piştevaniya Azadiyê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de