22:01 19 Nîsan 2018
    Bombebaran

    Balafirên Iraqê deverên bilind ên Xaneqînê bombebaran kirin

    © AP Photo /
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Li gorî agahiyên ku Sputnik Kurdistanê bidestxistinê doh balafirên şer ên Iraqê êrîşî herêmên Xaneqînê ên weke Gelyê Selan û Nedayê kirin.

    Berpirsekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Xaneqînê ji Sputnik Kurdistanê re ragihand, "Şevê din saet li 10.10 xulekan balafirên şer ên Iraqê bi gumana hebûna milîtanbên DAIŞê êrîşî deverên bilind ên Gelyê Selan û Neda li nêzî bajarê Xaneqîne kirin."

    Berpirsyarekî YNKê yê ku nexwest navê bê eşkerekirin diyar kir û got, "Demekê hin komên çekdar ên terorîstan weke milîtanên DAŞê bi alên reş û spî li navçeya Xaneqînê têne dîtin. Herwiha gelên nevçeyê jî diyar dikin ku gelek caran kesên ku dişbine milîtanên DAIŞê dîtine."

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku çekdarên nenas çendakî berê endamekî Lijneya Organîzator a Azadî ya girêdayî rêxistinên YNKê yê Xaneqînê li Xaneqînê hatibû kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Bexda hemû fermanberên kurd ji Xaneqînê der kirin
    Xaneqînê biryara beşdarbûna referandûmê da
    Li Xaneqînê teqîn: 1 kuştî û 3 birîndar
    Li Xaneqînê 2 zarokan bi bombeyê jiyana xwe ji dest dan
    DAIŞ li bajarê Xaneqînê melayek û muxtarek kuşt!
    Etîketan:
    Hêzên Hewayî yên Iraqî, Artêşa Iraqê, Bombebaran, YNK, Sputnik Kurdistan, Xaneqîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de