15:45 22 Nîsan 2018
    Artêşa Iraqê

    DAIŞê êrişî Heşda Şeibî kir: Kuştî û birîndar hene

    © AFP 2018 /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li Qeretepe, Hewîce û li Daqûqê êrişî milîsên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî kir. DAIŞê li gundekî Qeretepe serokekî eşîreke ereb jî kuştin.

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li Qeretepe, Hewîce û li Daqûqê êrişî milîsên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî kir. DAIŞê li gundê Emawîr ê girêdayî Qeretepeyê serokekî eşîrek ereb ê bi navê Muhammed Hemît Salih Cibûrî kuşt.

    Li gorî agahiyên medyaya civakî ku ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve hatine belavkirin, milîtanên DAIŞê şevê din bi ser gundê Emawîr ê girêdayî Qeretepeyê de girtin û serokê eşîrê Muhammed Hemît Salih Cibûrî kuştin û dîsa li herêma Qeretepa êrişî milîsên Heşda Şeibî û hêzên iraqî kirin.

    Di berdewamiya daxuyaniyên medya civakî de tê gotin ku li gundê Tarikkiye yê girêdayî Hewîceyê di dema derbasbûna wesayîtên Heşda Şeibî de bombeya ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû binerdkirin teqiya, di encama teqînê de milîsekî Heşda Şeibî hatiye kuştin û 2 milîs jî bi giranî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Cîgirê Serokomarê Iraqê: Bila Heşda Şeibî were belavkirin
    Li Kerkûkê di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şer: 6 kuştî
    Heşda Şeibî û Heşda Tirkmenî li ser kontrolkirina taxa kurdan şer kirin
    Hêzên xwebexş dîsa êrişî milîsên Heşda Şeibî kirin: Gelek kuştî hene
    Heşda Şeibî li herêmeke din bi cih bû
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, DAIŞ, Hewîce, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de