09:50 20 Nîsan 2018
    Iraq Bexda

    Li Bexdayê krîza ‘Kurdistanê'

    © Sputnik / Oleg Lastochkin
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Endamê Parlamentoya Iraqê yê Tevgera Bedir Henin Qedo di axaftina xwe de ragihand ku Ebadî ji bo nesepandina ambargoya li hemberî Kurdistanê tolê ji Wezîrê Navxweyî yê Iraqê distîne.

    Endamê Parlamentoya Iraqê yê Tevgera Bedir Henin Qedo di axaftina xwe ya Bexda Newsê de ragihand ku Serokwezîr Heyder Ebadî ji bo nesepandina ambargoya li hemberî Kurdistanê tolê ji Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Qasim Eracî distîne.

    Henin Qedo di berdewamiya axaftina xwe de dibêjje: "Wezîrê Navxweyî Qasim Eracî di demeke kin de gelek karên serkeftî kirin, lê erka wî ji aliyê heyder Ebadî ve hatin kêmkirin."

    Rojnameya Ukazî ku navenda wê li Riyada Erebîstana Siûdî ye di hejmara xwe ya 26ê Berfenbarê de nûçeyek bi sernavê ‘Ebadî tola xwe ji Eracî distîne' belav kir. Li gorî nûçeyê Heyder Ebadî xwestiye beşek artêşa Iraqê li hinek navçe û bajarê Silêmani yê Herêma Kurdistanê bi cih bike, lê Qasim Eracî li dijî vê planê derketiye û lewma Ebadî ji bo vê dixwaze ji Eracî tolê bistîne.

    Bi heman mijarî:

    ‘Bexda destûr nade em alîkariya leşkerî bighînin hêzên Pêşmerge'
    'Bexda ji bo êrişî Kurdistanê bike li behaneyan digere'
    'Ne Hewlêr ne jî Bexda dixwaze diyalogeke cidî bikin'
    Serokkomarê Iraqê ji bo Hewlêr, Bexda û NY name şandin
    'Hewlêr û Bexda piştî sersalê dicivin'
    Etîketan:
    Wezîrê Navxweyî yê Iraqê, Henin Qedo, Qasim Eracî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de