12:00 23 Gulan 2018
    Artêşa Iraqê

    Erebên Kerkûkê kurd tehdîd kirin: Di nava 3 rojan de herêmê terk bikin

    © AFP 2018 / HAIDAR HAMDANI
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 03

    Erebên bedewî li derdora Kerkûkê bi alîkariya hêzên iraqî bi ser malên kurdan de digrin û dibêjin divê hetanî 3 rojan hûn malên xwe terk bikin.

    Li gorî belgeyeke fermî ku derketiye holê, erebên bedewî li navçeyên Baec, Hezer û Dubz a Kerkûk û herêmên sînorê Sûriyeyê bi alîkariya hêzên iraqî bi ser malên kurdan de digrin, wan tehdîd dikin û dibêjin divê di nava 3 rojan de hûn herêmê terk bikin. Tê gotin wê erebên bedewî li şûna wan werin bicihkirin.

    Erebên bedewî û hêzên iraqî kurdên ku li wan herêman niştecih in tehdîd kirine û gotine: "Eger hûn van deran terk nekin em ê zorê bi kar bînin."

    Kurê muxtarê gundê Pelkanê Diyar Bekir Ezîz di axaftina xwe ya derbarê mijarê de got: "Erebên bedewî ku di serdema Sedam Huseyn de li herêmê hatibûn bicihkirin bi polîsên Kerkûkê re yek bi yek li malên kurdan digerin û dibêjin hetanî 3 rojan hûn malan vala nekin em ê zorê bi kar bînin."

    Bi heman mijarî:

    Hicreyên DAIŞê ketin tevgerê û amadehiya êrişa Kerkûkê dikin
    Li Kerkûkê du kurd bi tohmeta 'hevalbendiya Iraqê' hatin kuştin
    Li Kerkûkê di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şer: 6 kuştî
    Li Kerkûkê bi sedema hildana ala Kurdistanê 3 efserên kurd hatin girtin
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de