14:50 22 Gulan 2018
    Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm

    Serokomarê Iraqê hişyarî da Ebadî: Baca redkirina kurdan pir mezin e

    © AFP 2018 / JACQUES DEMARTHON
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 40

    Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ragihand ku wî piştî du caran ji bo danûstandinên Bexda û Hewlêrê destpê bikin, name ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re şandiye, lê Ebadî hîn bersiva wî nedaye.

    Li gor nûçeya malpera Bexdad Newsê Fûad Mehsûm di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, ger Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bersiva destpêkirina gotûbêjên ligel Hewlêrê neke, dê baca wê mezin be û nikare li ber daxwaziyên kurdan rabe.

    MEHSÛM JI NÊÇÎRVAN BARZANÎ Û HEYDER EBADÎ RE NAME ŞANDIN

    Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ragihand, ew hewla xwe ya ji bo destpêkirina guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam dike û got, wî du nameyên cuda ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re birê kirine, lê heta niha ti bersiv wernegirtiye.

    Fûad Mehsûm bi bîr xist ku baca redkirina guftûgoya ligel kurdan dê ji bo Iraqê gelekî mezin be û ji ber fişarên navxweyî û navdewletî Ebadî nikare qeweraya Kurdistanê hilweşîne.

    Bi heman mijarî:

    Rêveberiya Trump dê lîsteya ‘zilamên nebaş' ên rûsî pêşkeşî kongreyê bike
    Serokê Goranê ji bo kesên hatine binçavkirin û NRTyê daxuyanî da
    'Li gel ew qas heqaretan mirov ji kurdên nav AKPê re nikare bibêje ew kurd in'
    Du pêşdîtinên kahîna bulgar Baba Vanga ya ji bo sala 2018an derket holê
    Kurdî li saziyeke mezin a ewropî bû zimanê fermî
    'Xizanî însanan zîrektir dike'
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de