17:37 22 Nîsan 2018
    Leşkerekî Iraqê li Pirdê ya nêzî Kerkûkê ala Kurdistanê ji cih radike

    Cîgirê Serokomarê Iraqê ji bo Kerkûkê hişyariyeke girîng da

    © AP Photo / Emad Matti
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokomarê Iraqê Iyad Ellawî di derbarê rewşa Kerkûkê de hişyarî û got, "Dibe ku her kêliyê biteqe."

    Serokê Hevpeymana Nîştimanî ya Iraqê Iyad Ellawî di gotûbêja xwe ya ji bo rojnameya Riyadê de diyar kir ku îro çi tê serê Iraqê ji ber siyaseta mezhebparêziyê ye û got, "Pirsgirêka koçberan hebû, niha îxtilafa navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî lê zede bû."

    Iyad Ellawî di derbarê rewşa li Kerkûkê de hişyarî da û got, "Dibe ku her kêliyê biteqe."

    Ellawî ragihand ku deynê Iraqê gihîştiye 133 milyar û 600 milyon dolaran û ev tişt anîn ziman, "Pereyê Iraqê ji 77 milyar û 800 milyon dolaran daket 33 milyar û 600 milyon dolaran."

    Iyad Ellawî dest nîşan kir ku beriya sala 2010an bloka Sunnî ya El Iraqiyye xwediyê piraniyê bû û ev tişt gotin: "Îran li dijî vê yekê derket. Amerîkayê jî di vê mijarê de piştgirî da Îranê û destur neda ku el Iraqiyye hikûmetê ava bike. Ger wisa nebûya Iraq wê ji rewşa xwe ya xerab rizgar buya û îstiqrar û ewlehî dê pêk bihata."

    Cîgirê Serokomarê Iraqê derbirî ku hêj jî hêzên li herêmê dest diavêjin karen navxweyî yên Iraqê û got, ji bo hilbijartin baş derbas bibe divê hikûmet zemîneke baş amade bike.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Petrola Iraqê ji bo şandina petrolê dixwaze xetek din a petrolê çêke
    Hikûmeta Bexdayê berhemê Kurdistanê ji yê Iraqê erzantir distîne
    'Li Kerkûkê, kurdek bû fermandarê lîwayeke Artêşa Iraqê'
    Cîgirê Serokkomarê Iraqê: Divê qeyrana Kurdistanê bi diyalogeke dirist were çareserkirin
    IMF li ser para budceya Iraqê ya ji bo Kurdistanê axivî
    Serokkomarê Iraqê ji bo Hewlêr, Bexda û NY name şandin
    Serokomarê Iraqê: Hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê piştî sersalê dest pê dikin
    Etîketan:
    hişyarî, Cîgirê Serokomarê Iraqê, Îyad Elawî, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de