17:36 20 Nîsan 2018
    Barzanî û Ebadî

    Heyder Ebadî çima bersiva diyalog a Herêma Kurdistanê nade?

    © Sputnik /
    Iraq
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 0 0

    Hiqûqnas û hîndekarê Zanîngeha Dîcleya Amedê Prof. Dr. Vahap Coşkun pirsgirêka Kurdistan û Iraqê û sedema bersivnedayîna Heyder Ebadî ya banga diyaloga Hewlêrê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Hiqûqnas û hîndekarê Zanîngeha Dîcleya Amedê Prof. Dr. Vahap Coşkun ji Spûtnîkê re de got: "Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî niha xwe gelekî bihêz dibînê. Piştî ku herêmên Kurdistanî yên derveyê îdareya Kurdistanê yen bi nîqaş bi dest xistin xwe bihêztir dibîne. Ebadî bi vê hêzbûn û bersivnedayînê pêşerojê dema bi kurdan re têkeve maseya danûstandin û diyalogê dixwaze xwestekên xwe bide qebûlkirin û hetanî bikaribe yên kurdan jî daxîne asta jêr."
    Prof Dr. Vahap Coşkun di axaftina xwe de got: "Ebadî bi temamî derî li bangên Herêma Kurdistanê nagire, lê dixwaze bêje ‘dema ez bixwazim ez ê diyalog û pêvajoya danûstandinê bidim destpêkirin'. Îhtîmaleke mezin niha di serê xwe de dîrok an jî teqwîmek diyar kiriye û li gorî vê teqwîmê tev digere."

    PLAN Û BERNAMEYA EBADÎ ÇI YE?

    Nûrî Malikî
    © AP Photo / Khalid Mohammed
    Vahap Coşkun di berdewamiya axaftina xwe de got: "Yek ji sedema herî girîng a Ebadî ku xwe bihêz dibînê û bersiva banga Herêma Kurdistanê nade bidestxistina herêma Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û ya din jî hilbijartinên giştî yên Iraqê ne. Di meha gulanê de wê li Iraqê hilbijartin were kirin, Ebadî di vê hilbijartinê de bêyî ku tawîzê bide kom û grûbên heyî yên Iraqê dixwaze plan û bernameya xwe têxe meriyetê. Ji bo vê niha bersivê erênî nade, lê heta niha ji bo diyalogê jî bi temamî derî jî negirtiye. Dibe di bersivnedayîna Hewlêrê de hisabê hilbijartinê zêdetir be, lewma dixwaze vê peyamê bide dengdar û hevalbendên xwe."

    AKTORÊ HERÎ BIHÊZ LI IRAQÊ KÎ YE?

    Coşkun di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ebadî li Iraqê niha bûye aktorê herî bihêz. Ji bo ku hem di qedandina DAIŞê ya li Iraqê de serokwezîrtî kir û hem jî di dema bidestxisitna hêrêmên Kerkûk û navçeyên wê de serokwezîr bû û ev jî li Iraqê stêrka wî geş dike. Niha wekî aktorekî siyasî ku Mûsil ji DAIŞê rizgar kir û DAIŞ ji axa Iraqê deranî tê dîtin. Lewma niha xwe pir bihêz dibîne û dixwaze bi vê hêzbûnê têkeve hilbijartinê. Di mijara têkilî û diyaloga bi Kurdistanê re jî li gorî xwe kengî dem û şertan baş bibîne dê wê demê diyalogê bide destpêkirin."

    PROBLEMÊN SEREKE YÊN KURDISTANÊ ÇI NE?

    Hindekarê Zanîngeha Dîcleyê Coşkun ji bo helwest û sekna Herêma Kurdistanê ya li hemberî Serokwezîr Ebadî got. "Demeke dirêj e di nava Kurdistanê de hinek problem hene. Ji du problemên sereke yek jê pirsgirêka ekonomîk e ku nêzîkî du sal in meaşê karmenda kêm tê dayîn û di nava krîzek aborî de ye. Û ya din jî gendeliye ku li ser vê mijarê gazinên cidî ji aliyê hemwelatiyan ve tê kirin. Li gorî hinek jêderên herêmî, kaneyên ekonomîk ên heyî ji bo aramî û geşdariya civakê nehatiye bikar anîn, zêdetir ji bo selahiyeta partî û malbatan hatiye serfkirin û di vî warî de gazinên pir cidî têne kirin. Divê herêm di serî de van pirsgirêken xwe çareser û yekîtiya nava mala xwe saz bike. Eger bikaribe van pirsgirêkan çareser bike dê bikaribe destê xwe li hemberî Bexdayê xurt bibe."

    Bi heman mijarî:

    ‘Hetanî hilbijartin neqedin Ebadî bi kurdan re nakeve diyalogê'
    Parlamenterê kurd şertên Ebadî bo şandina fermanberan eşkere dike
    Parlamentarên YEyê ji bo Kurdistanê ji Ebadî re name şandin
    Ebadî li ser girtina dosyaya Kurdistanê dixebite
    Ebadî li ser xwepêşandanên Kurdistanê daxuyanî da: Em ê bêdeng nemînin!
    Etîketan:
    Problemên Hewlêr û Bexdayê, Serokwezîrê Iraqê, Vahap Coşkun, Heyder Ebadî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de