17:19 25 Nîsan 2018
    Parlamentoya Iraqê

    ‘Bila kurdî di belgeyên fermî de neyê bikaranîn'

    © AP Photo / Karim Kadim
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yek ji fermandarê Heşda Şeibî daxwaz ji hikûmeta navendî ya Iraqê kir ku zimanê kurdî ji hemû belgeyên fermî yên dewletê were hilweşandin.

    Artêşa Iraqê
    © REUTERS / Khalid al Mousily
    Fermandarê Heşda Şeibî Yezin Meşan Cibûrî ku kurê parlamenterê sunî yê Iraqê Meşan Cibûrî ye û fermandeyeke Heşda Şeibî ye li ser rûpela xwe ya di medya civakî ya Facebookê de li ser zimanê kurdî daxwazek ji rêveberiya Bexdayê kir ku bikaranîna zimanê kurdî di belgenameyên fermî yên hikûmetê de were hilweşandin û were rawestandin.

    Yezin Meşan Cibûrî di nivîsa xwe de dibêje: "Ez daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikim, bikaranîna zimanê kurdî di hemû belgenameyên fermî yên Iraqê de were hilweşandin. Hizir jê bike ku eger Amerîka zimanê erebî û ispanî û frensî di belgenameyên xwe yên fermî de bi kar bîne."

    Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê, zimanê kurdî hevtayê zimanê erebî û zimanekê fermî ye. Divê hemû belgenameyên fermî yên dewletê bi her du zimanên erebî û kurdî bin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HWR: Iraq û Kurdistan wek hev in
    ‘Niha firsende Kurdistan were perçekirin'
    Têkiliyên Kurdistan û Almanyaye geş dibin
    Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
    Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, Yezin Meşan Cibûrî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de