19:13 25 Nîsan 2018
    Iraq - Serkeftina DAIŞê

    Balyozê brîtanî: Em ê pabendî yekîtiya Iraqê bin

    © Sputnik / NAZEK MOHAMMAD
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes îro sêşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê pabendiyê bi yekîtiya Iraqê bikin, lê bixebitin ku di nêzîktirîn dem de diyalogeke rasterast di navbera Bexda û Hewlêrê de dest pê bike û destnîşan kir ku "çi serokwezîrê ku iraqî di hilbijartinên bê de hilbijêrin dê pê re bidin û bistînin."

    Wileksî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got, "gendelî li Iraqê gihiştiye astekê ku li ti welatê Rojhilata Navîn negihiştye wê astê. Em ê li gel hikûmetê bi bilindtirîn ast bixebitin daku li dijî gendeliyê têbikoşin û wê ji nav bibin."

    Derbarê Heşda Şeibî de jî, Wilkesî got, "helwesta Brîtanyayê ew e bi lihevkirineke giştî, Heşda Şeibî tev li hêzên fermî bibe".

    Balyozê brîtanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, "rola Brîtanyayê li Iraqê ji ya Amerîka û Îranê cida ye ji ber ew li ser wê bingehê ne ku têkiliyên giring bi dewletê re ava bike ku têkiliyên wan ên dîrokî bi Iraq û dewletên kendavê re hene."

    Herwiha Wileksî teqez kir ku Brîtanya dê her piştgira Iraqê be û dê pabendiyê bi yekîtiya wê bike û wiha pê de çû: "Piştî hilbijartinan, iraqî çi serwezîrî hilbijêrin, em dê pê re bixebitin û em dê li ser bixebitin ku di demek nêzîk de diyaloga rasterast di navbera Bexda û Hewlêrê de dest pê bike."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê piştî DAIŞê talûkeyeke din a mezin peyda dibe
    Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî dest bi operasyonê kir
    Cebar Yawer bersiva artêşa Iraqê da: Ti peyman nehatiye îmzekirin
    Peymana petrol a navbera Îran û Iraqê zelal bû
    HSD û artêşa Iraqê ji bo ewlehiya sînor navendeke kordînasyonê ava kirin
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, John Wilkes, Brîtanya, Bexda, Hewlêr, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de