01:25 24 Gulan 2018
    Cîgirê Serokomarê Iraqê Îyad Elawî

    Cîgirê Serokomarê Iraqê kurdistanî hişyar kirin

    © AP Photo / Karim Kadim
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî di daxuyaniya xwe de bangî xortên Kurdistanê kir û ragihand ku hay ji xwe hebin û nekevin nav plan û fitneyan.

    Eyad Elawî di axaftina xwe de gelê Kurdistanê hişyar kir nekevin pey wan kesên xêra Kurdistanê naxwazin. Elawî daxwaz ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl ên li Kurdistanê kir ku hay ji xwe hebin, aram bin û nekevin nav planên fitnekar.

    Elawî di berdewamiya axaftina xwe ya çapemenî de got: "Welatiyên Kurdistanê bi berdewamî dibin qûrbanî ji ber pirsgirêkên di navbera hikumeta federal û hikumeta Herêma Kurdistanê de."

    Cîgirê Serokomar daxwaz ji Iraqê kir ku asta bûyerên herêmê li xwe bispêrê ji ber ku eger rewş xirabtir bibe wê demê tenê li sînorê Herêma Kurdistanê nasekine û dê li seranserê Iraqê belav bibe.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Iraqê, Malikî û Elawî li ser 3 xalan li hev kir
    Elawî: Iraq bi polîtîkayên mezhebî tê birêvebirin
    Elawî: Ev pirsgirêka Iraqê ye divê welatên din mudaxale nekin
    Elawî bangî Bexdayê dike: “Rewşê” bi Kurdistanê re zelal bikin
    Eyad Elawî: 'Pêwîst e Barzanî wek serok bimîne'
    Etîketan:
    Cîgirê Serokomarê Iraqê, Eyad Elawî, Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de