Birêveberiya navendî ya Bexdayê diyar kir ku xeta boriyê ya nû ku dê were ava kirin, ji bo sewqîyata petrolê ya ji bo dewletên cîran yên wekî Tirkiyê de roleke giring bilîze. Wezîrê Neftê Cebar Lueybî diyar kir ku xeta neftê ya nû dê ji serê welêt heya binê welêt biçe û sewqiyata petrolê ya bi tankêran a xeternak ji dewrê derxe. Daxuyanî piştî kontrolkirina Kerkûkê û ya herêmên nakok ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve hat.
JI TIRKIYÊ BER BI BAZARÊN CIHANÊ VE
Xeta boriyê, dê di sewqiyata neftê ya ji bo dewletên cîranê Iraqê ku Tirkiye jî di nav wan de ye dê rolekî giring bilîze. Di halê hazir de xeteke boriyê ku ji Herêma Kurdistanê tê Tirkiyê heye. Di nav xetên boriyê neftê yên ku ji ber şer û pevçûnan girtî ne de, xeta ku Herêma Kurdistanê bypass dike ya ku ji Sûriyê diçe Lubnanê û ya ku ji di ser Erebistana Siûdî ve diçe Behra Sor jî heye. Birêveberiya Bexdayê, di Cotmehê de ragihandibû ku wan dest bi temîra xeta boriyê ya ku dê Herêma Kurdistanê bypass bike kirine. Jı Iraqê du xetên boriyê yên rastênhev têne Tirkiye.Tê gotin ku ev xeta boriyê ji bo bergiridanên li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne ku referandûma serxwebûnê bi encam kiribû. Di nav van bergirîdanan de, guherîna xeta boriyê ya li Herêma Kurdistanê, ji bo hikûmeta Bexdayê araste kirina dahatên petrolê, dest danîne ser hesabên benqeyan yên rêveberên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hene.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)