17:20 24 Nîsan 2018
    Karwana Hêzên Pêşmerge li ser rêya Kerkûk - Pirdê

    Li Daqûq û Duzxumartûyê qeza: 4 pêşmerge birîndar bûn, yekî jî jiyana xwe ji dest da

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li navçeya Daqûq û Duzxumartûyê di dema çûnhatinê de ji ber qezayê otomobîleke balhilgêr 4 pêşmerge birîndar bûn, pêşmergeyekî jî jiyana xwe ji dest daye.

    Li gorî nûçeyeke PUKMEDIAyê berpirsê Komîteya Daqûqê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Îdrîs Hacî Qadir diyar kir ku îro beriya nîvro li nav qezayên Daqûq û Duzxurmatûyê di dema çûnhatina komeke pêşmerge de wesayita pêşmerge û wesayiteke barhilgêr li hevdu qelibîn.

    Hacî Qadir anî ziman ku ji ber wê qezayê 4 pêşmerge birîndar bûne, pêşmergeyekî jî jiyana xwe ji dest daye.

    Navê pêşmergeyên birîndar wekî Hesen Yûsif Omer, Ehmed Mehmûd Ehmed, Ebdulla Xazî Qebir, Serkewt Omer Casim e, pêşmergeyê jiyana xwe ji dest daye jî Felah Ehmed Elî ye.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Pêşmerge: Me negotiye emê vegerin Kerkûk û Şingalê
    Pêşmerge: Em dê rêya navbera Herêma Kurdistanê û Şingalê vekin
    Gelo Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî amadehiya êrişa Pêşmerge dike?
    Ebadî pesna ji bo pêşmerge li daxuyaniya xwe zêde kir
    Iraq ji PDKê dixwaze bêyî şer du navçeyên Mexmûrê biterikîne
    Etîketan:
    pêşmerge, qeza, Berpirsê Komîteya Daqûqê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Îdrîs Hacî Qadir, Daqûq, Duzxumartû
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de