06:25 21 Gulan 2018
    Leşkerên Amerîkayê

    Rêberekî Şîî yê Iraqî: Amerîkayê Bexda neparast, tenê Hewlêr parast

    © AFP 2018 /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêveberê Giştî yê Tevgera Esaîbû Ehlî Heq Qeys Xezelî parast ku Amerîka bi hêzên xwe yên hewayî tenê bergiriya Hewlêrê kiriye û qet bergirî li Bexdayê nekiriye.

    Rêveberê Giştî yê Tevgera Esaîbû Ehlî Heq Qeys Xezelî, ku bi ser Heşda Şeibî ve ye, îro li Kerbelayê di şahiyeke ji bo serkeftina li dijî DAIŞê de axivî û got, "Piştî serkeftina Iraqê hemû welatan em pîroz kirin. Lê nabe em bixapin û divê em dost û dijminên xwe ji hev cuda bikin."

    Xezelî herwisa parast ku Amerîkayêbi hêzên xwe yên hewayî qet bergiriya Bexdayê nekiriye, tenê bergiriya Hewlêrê kiriye û got, "Dostên me ew in, ku pitşgiriya me kirin. Dijminê me yê yekem Îsraîl e, dijminê duyem jî Amerîka ye. Îsraîl, Amerîka û Erebistana Siûdî Iraqê wekî dijminên xwe dizanin."

     

     

    Etîketan:
    parast, Esayib Ehlî Heq, Qeys Xezelî, Kerbela, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de