10:12 23 Gulan 2018
    DAIŞ

    'Xortekî kurd beramberî 40 hezar dolarî ji DAIŞê hat rizgarkirin'

    © REUTERS / Ali Hashisho
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku DAIŞ li Iraqê xelas bû, rêxistinê li herêma Hewîceyê xortekî kurdên kakayî beramberî 40 hezar dolarî berda.

    Li gorî nûçeya Malpera Puk Mediayê ku dispêre çavkaniyeke taybet, ragihand ku DAIŞê duh xortekî kurdê kakayî bi navê Soran Husamedîn beramberî 40 hezar dolarî berdaye.

    Wê çavkaniya taybet gotiye: "Ebadî hefteya borî bidawîbûna DAIŞê li Iraqê ragihandibû kê rastî ew e ku DAIŞ hîn li Hewîce û Hemrînê heye û çûnûhatina wan terorîstan li wê deverê asayî ye û heta zindanên wan hene".

    Îro Rojnameya Washington Examiner a Amerîkî di nûçeyeke xwe de ragihandibû, Amerîka ji Ebadî bawer nake ku DAIŞ bi temamî li Iraqê bi dawî bûye.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê Goranê: Hikûmeta Iraqê bi hejmarên budçeya Kurdistanê lîstiye
    Dîroka hilbijartina Iraqê diyar bû
    NATO: Em ji destdirêjiya Îranê ya nava Iraqê aciz in
    Etîketan:
    DAIŞ, Heyder Ebadî, Hewîce, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de