20:23 19 Çile 2018
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Iraq hewl dide qedexeyeke din deyne ser Herêma Kurdistanê

    © AFP 2018/ Safin Hamed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 02

    Hikûmeta navendî ya Bexdayê dixwaze berhemên xwemalî û navxweyî yên hemû kargehên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin, li navîn û başûrê Iraqê qedexe bike.

    Rêvebirê Saziya Giştî ya Gumrikên Iraqê Munzir Ebdulemîr Esed ji Wezareta Darayî ya Iraqê daxwaz kiriye ku di nava 40 rojan de hemû şirketên Herêma Kurdistanê divê li Wezareta Pîşesazî û Kanzayan a Iraqê navên xwe tomar bikin. Eger ev neyê kirin dê nêhelin ew şirket kar bikin.

    Li gorî daxuyaniya endamê Lijneya Darayî ya Parlementoya Iraqê Mesûd Heyder qedexekirina berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hewleke gelek tirsnak û metirsîdar e, ev dê bibe zêdebûna bêkarî û zêdekirina dorpêça ser Kurdistanê.

    Mesûd Heyderî dibêje: "Ev pêngav binpêkirina destûra Iraqê û ti nirxekî ji saziyên rewa yên Herêma Kurdistanê nayê dayîn û Bexda weke parêzgehek li gel Kurdistanê serederî dike. Van şirketan li Herêma Kurdistanê navê xwe tomar kirine."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê ku dev ji Tevgera Goran berda bû li hikûmetê Herêma Kurdistanê vegeriya
    'Siyaseta Ebadî bû sedem ku helwesta Amrîkayê li hemberî Kurdistanê biguhere'
    Kurdên Herêma Kurdistanê nikarin biçin umreyê
    Şandeya hikûmeta Kurdistanê bi şandeyeke Parlamentoya Kurdistanê re civiya
    'Referandûma Kurdistanê pêşmerge û hêzên Iraqê ji hev cuda kir'
    Şirketa Norwecê li Kurdistanê hilberîna petrolê 3 qat zêde kir
    Etîketan:
    endamê Lijneya Darayî ya Parlementoya Iraqê, Rêvebirê Saziya Giştî ya Gumrikên Iraqê, Mesûd Heyderî, Munzir Ebdulemîr Esed, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de