18:35 26 Gulan 2018
HSD

Ji artêşa Iraqê daxuyaniya HSDê ya avakirina navenda kordînasyona hevpar

© AFP 2018 / Bülent Kılıç
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Fermandarê Operasyonên Hevpar ê Iraqê General Yehya Resûl ji bo avakirina navenda kordînasyona hevpar a bi Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) re got: "Ti planeke me ya avakirina navenda kordînasyonê hevpar bi HSDê re tineye."

Fermandarê Operasyonên Hevpar ê Iraqê General Yehya Resûl ji bo avakirina navenda kordînasyona hevpar a bi Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji ajansa Spûtnîkê re got: "Ti planeke me ya avakirina navenda kordînasyonê hevpar bi HSDê re tineye."

‘ARMANCA HEVDÎTINÊ TENÊ KORDÎNASYON BÛ'

General Yehya Resûl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rastiya meseleyê ev e ku fermandarê artêşa Iraqê yê herêma Cezîreyê li sînorê Sûriyeyê bi fermandarê HSDê re hevdîtinek pêk anî. Armanca hevdîtinê tenê kordînasyon bû û ji vê ne zêdetir û ne jî kêmtir bû. Ev rewşeke xwezayî ye ku dema hêzên me digihîjin cihekî van hevdîtinan pêk tînin."

HSDê 2 roj berê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku wan li sînorê Iraq û Sûriyeyê bi artêşa Iraqê re hevdîtinek pêk anî ne û li herêmê ji bo kordînasyonê wê navendeke hevpar ava bikin.

 

 

Bi heman mijarî:

HSD: Em tev li Artêşa Sûriyeyê nabin
HSD û artêşa Iraqê ji bo ewlehiya sînor navendeke kordînasyonê ava kirin
HSD: Me odeyeke hevbeş li gel Rûsyayê ava kiriye
HSD: Tirkiye şantajê li Silo dike
HSD: Amerîkayê doh ji me re çek û cebilxane şandin
Etîketan:
HSD, Fermandarê Operasyonên Hevpar ê Iraqê, Yehya Resûl, iraq, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de