15:13 22 Çile 2018
Zindî
    Heyder Ebadî

    77 rêxistinan bangî Ebadî kir

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani /File Photo
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Gelek rêxistinên sivîl ên Iraq û Herêma Kurdistanê îro bangî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir daku ambargoya li ser balafirgehên Herêma Kurdistanê rake ku piştî referandûma serxwenûna Kurdistanê li ser hatibû sepandin.

    Hemû rêxistinan îro daxuyaniyeke hevpar weşand û wan tê de wiha got: "Em bangî hikûmeta Iraqê û serokê wê Heyder Ebadî dikin daku ambargoya li ser balafirgehên Herêma Kurdistanê rake û destûrê bide hemû welatiyan ku bikarin biçin welatên din, ji ber ku Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendiya xwe bi destûra Iraqê  ragihandibû."

    Herwiha wan rêxistinan destnîşan kir ku yên herî zêde zirar li wan dibe ku welatî ne û nexasim nexweş û temenmezin in û vê qedexeyê bi awayekî neyênî bandor li xebatên mirovî kiriye ku gelek xizmet bo aware û penaberan re dihat kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kurdistanê ji bo petrol û muçeyên bersiva Ebadî da
    Daxuyaniyeke girîng ji Heyder Ebadî bo Haşdî Şabî
    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
    Etîketan:
    Heyder Ebadî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de