00:57 24 Hezîran 2018
Li Mûsilê zarokên mexdûrên DAIŞê

6 zarokên kurdên êzidî yên DAIŞê ew revandibûn li Tirkiyeyê hatin dîtin

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Şeş zarokên ku DAIŞê di sala 2014an de ji Şingalê revandibûn li Tirkiyeyê hatin dîtin. Birêveberê Nivîsgeha Rizgarkirina Kesên DAIŞê revandine Husein El Qaîdî ji Spûtnîkê re ragihand ku her 6 zarok radestî malbatên wan kirine.

Hikmet Durgun

El Qaîdî diyar kir ku hinek zarokên DAIŞê di sala 2014an de revandibûn li Tirkiyeyê hatine dîtin û wiha got: "Ev demeke dirêj e ku em lê dixebitin daku wan zarokên DAIŞê ew revandine bibînin. Berî demeke kurt em hîn bûn ku 6 zarokên êzidî li Tirkiyeyê ne. Me ew zarok ji Tirkiyeyê birin û ew radestî malbatên wan kirin. Ji ber sedemên ewlekariyê em nikarin gelek agahiyan bidin. Zarokan ji me re eşkere kir ku bi qaçaxî ji Sûriyeyê bo Tirkiyeyê hatine birin. Li gorî agahiyên gihiştine destên me. Hîn jî êzidî li Tirkiyeyê hene û li bendî rizgarkirinê ye. DAIŞ bi dawî dibe lê hîn nêzîkî 3 hezar êzidî di destên wan de ne. Ew êzidiyan bi xwe re dibin."

DAIŞ di 3ê Tebaxa 2014an de bi çekên giran êrîşî Şingalê kiribû ku 450 hezar kes lê dijî û ew herêmê xistibû destê xwe.

NY ew tiştê ku DAIŞê anîbû serê kurdên êzidiyan wek qirkirin bi nav kiribû.

Heta niha 3200 kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û 3 hezar û 150 jî hîn di destê wê de ne.

Bi heman mijarî:

‘Piştî DAIŞê dora malbata Siûdî ye'
Milîtanên DAIŞê yên ku hewl didan têkevine Ebû Kemalê hatine berteref kirin
Bexda li xwe mikur hat: Haya me ji çalekiyên DAIŞê heye
DAIŞê êrişî milîsan kir: 8 kuştî
‘900 endamên DAIŞê yên vegeriyan Tirkiyeyê çûn ku?'
‘Li Iraq, Ewropa û li herêmê tehdîda DAIŞê dewam dike'
Etîketan:
êzidî, DAIŞ, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Şingal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de