02:45 26 Nîsan 2018
    Muqteda El Sedr

    Tevgera El Sedr a Iraqî hêza xwe ya çekdarî hildiweşîne

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêberê Şîî yê Iraqê Muqteda El Sedr diyar kir ku de piştî bidawîbûna şerê DAIŞê li Iraqê biryara da, ku hêza çekdarên xwe ya bi navê Seraya Selam hilweşîne.

    Muqteda El Sedr di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, ku Sekreteriya Çapemenî ya ji bo peyamnêrê Sputnik Kurdistanê şand, diyar kir ku ew dê Hêza Seraya Selam hilweşîne û got, "Lê pêwîste li ser vê yeke hikumeta Iraqê jî hin gavan bavêje. Wekî meaş bide malbatên şehîdan, dermankirina birîndaran, dabînkirina derfetên kar ji bo xort û gencan û beşdarkirina hejmareke çekdarên Seraya Selam ligel artêş û hêzên asayişa Iraqê."

    Hat gotin ku pêwîste hêza Seraya Selam çekên xwe deynin û radestî destê dewletê bike û wisa hat berdewamkirin, "Herwsia divê hemû baregahên xwe bigirin. Tenê baregeha sereke bimîne, daku ji bo nacvendeke xizmetkarî û mirovayî û sivîl were bikaranîn û hemû navçeyên ku ji aliyê Seraya Selam ve ji terorîstan hatine rizgarkirin radestî destê hêzên dewletê. Herwisa tenê nabe, ku bajarê Samera were radestkirin. Ji berk u li wir goristanên pîroz ên Şîiyan lê hene û loma divê çekdarên Seraya Selam wan biparêzin."

    Ligel vê yekê Muqteda El Sedr di biryara xwe de dibêje, pêwîste di dema 45 rojan de ev biryar were bicihanîn û got, "Nabe bi hîç awayekî ji bo Heşda Şeibî rê were dayîn, ku beşdarî piroseya siyasî û hilbjartinên li Iraqê bibe û nabe serkirdeyên Heşda Şeibî jî bi hîç şêweyekî karê siyasî bikin. Pêwîste tavilê lêkolîn li ser çawaniya ketina bajarê Mûsilê û bajarên din ên bi destê DAIŞê û li ser tawanên serbazî were kirin û herwisa desthilatiya dewletê bi ser hemû deriyên sînor de hebe û ji bo gendelkara jî lêpirsîn were destpêkirin."

    Bi heman mijarî:

    Tevgera Şîî: Nabe ku Heşda Şeibî beşdarî hilbijartinên Iraqê bibe
    Tevgera şîe ji bo Walîtiya Kerkûkê kesekî kurd kir namzed
    Tevgera Sedr: Pisrgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê siyasî ye
    Serokê Tevgera Sadr: Bila Heşdî Şebî were belavkirin
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, Serokê Tevgera Sedr, Muqteda el Sedr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de