18:44 26 Gulan 2018
Karwana Hêzên Pêşmerge li ser rêya Kerkûk - Pirdê

Iraq: Behsnekirina pêşmergeyan xeletiyeke çapê bû

© REUTERS / Azad Lashkari
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Seîd Hedîsî li ser behsnekirin û pesinnedayîna rola pêşmerge ya di şerê DAIŞê de ji aliyê Ebadî ve got, ew şaşiyeke çapê bû û ji bo destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê jî diyar kir ku ew li bende Herêma Kurdistanê ne.

Seîd Hedîsî Berdvekê Ofîsa Serokweîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser behsnekirin û pesinnedayîna rola pêşmerge ya di şerê DAIŞê de ji aliyê Ebadî ragihand ku ew ne bi qestî bû û got, "Ew xeletiyeke çapê bû. Belgeya wê gotarê ya bi Erebî, Îngilizî û Kurdî hatiye belavkirin heye."

Hedîsî anî ziman ku piştî vê yeke gotareke din pêşkeş kir û behsa rola pêşmerge kir, ku ew hêzeke pergala bergirî ya Iraqê ye û beşdarî şerê DAIŞê bûye.

Berdevkê Iraqî herwisa di daxuyaniya xwe de behsa destpêkirina diyaloga navbera Iraq û Herêma Kurdistanê kir û got, Iraq li bende ye ku Herêma Kurdistanê ji bo yekîtiya Iraqê û rêzgirtina li hemberî biryara Dadgeha Federal a Iraqê helwesta xwe ya erênî nişan bide.

Tê zanîn ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di gotara xwe ya li ser bidaîanîna DAIŞê de pesna hêzên Iraqî û hêzên beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûbûn, dabû lê di wê gotarê de navê pêşmerge derbas nedibû. Li ser vê yekê him ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve him jî ji aliyê fraksiyona Kurdistanê ya li Parlamentoya Bexdayê nerazîbûnên tund hatibû nîşandan. Piştî van nerazîbûnan ew gotareke careke din bi awayekî nû hat parvekirin û behsa pêşmerge hat kirin.

Bi heman mijarî:

Ebadî pesna ji bo pêşmerge li daxuyaniya xwe zêde kir
YNK: Ne Ebadî ne jî kesekî din nikare rola Pêşmerge bide ji bîr kirin
Wezareta Pêşmerge: Çawa wijdana Ebadî aram dibe?
Ji Parlamena Kurdistanê bersiva Ebadî: Serkeftina ku pê şanaziyê dikî bi saya Pêşmerge bû
'Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji ber deriyên sînor li hev nakin'
Wezareta Pêşmerge bersiv da gotinên Heyder Ebadî
Etîketan:
çap, xeletî, Berdevkê Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê, Seîd Hedîsî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de