18:35 26 Gulan 2018
Pêşmerge

Ebadî pesna ji bo pêşmerge li daxuyaniya xwe zêde kir

© AP Photo / SAFIN HAMED
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe ya ji bo serkeftina li dijî DAIŞê de pesindayîna hêzên pêşmerge zêde kir.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duhî ji bo serkeftina li dijî DAIŞê gotarek xwendibû û di wê gotarê de pesna tevahiya hêz û pêkhateyên leşkerî û ewlehî yên Iraqê da, lê behsa Hêzên Pêşmerge nekir û navê wan neanî ser ziman.

Li ser vê yekê Wezareta Hêzên Pêşmerge bertek nîşanê vê yekê dabû û ji Heyder Ebadî daxwaza lêborînê kiribû. Herwisa fraksiyona Kurdistanê ya li Parlamentoya Iraqê jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku divê Ebadî helwesta xwe sererast bike û ji pêşmerge lêborînê bixwaze.

Piştî vê yekê Heyder Ebadî îro di wê gotara xwe ya ji bo serkeftina li dijî DAIŞê de navê pêşmerge jî zêde kir.

Bi heman mijarî:

YNK: Ne Ebadî ne jî kesekî din nikare rola Pêşmerge bide ji bîr kirin
Wezareta Pêşmerge: Çawa wijdana Ebadî aram dibe?
Ji Parlamena Kurdistanê bersiva Ebadî: Serkeftina ku pê şanaziyê dikî bi saya Pêşmerge bû
Nivîsgeha Ebadî: Hîn dema ji bo rakirina dorpêçê li ser balafirgehan nehatiye diyarkirin
Etîketan:
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de