20:01 23 Gulan 2018
    Iraq - Alaya Iraqê

    Iraq: Divê welatên Erebî li dijî Amerîkayê gavên dîplomatîk û aborî bavêjin

    © Sputnik / NAZEK MOHAMMAD
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî biryara Serokê Amrîkayê Donald Trump a ji bo qebûlkirina bajarê Qudsê wekî paytexta Israîlê, welatên Erebî nerazîbûna xwe li hemberî wê biryarê ragihand û duhî di asta Wezîrên Derve yên Yekîtiya Erebî de civînek bilez li welatê Misrê li dar xist.

    Nivîsengeha Wezîrê Derev yê Iraqê di daxuyanyekê de ku wênyekê wê ji bo peyamnêrê Sputnik Kurdistanê şandiye, dibêje Îbrahîm Ceferî Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di kongrê de ragihandiye, ku biryara Serokê Amrîkayê ji bo qebûlkirina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê metirsiyeke stratejîk e û wekî ragihandina şer e. Di daxuyaniyê de herwisa Ceferî di civînê de dibêje, erê em netewek in û gel me wê lêpirsînê li ser vê helwestê ji me bikin.

    Hat diyarkirin ku Ceferî di heman kongreyê de daxuyaniyeke rojnamevanî daye û teqez li ser wê yekê kiriye ku Iraq piştevaniya biryarên Yekîtiya Erebî nake, ji ber ku ev biryar ne di asta pêwîst de ne û bepirsyariya rast û dirust li hember biryara serokê Amrîkayê wernagirin. Hat ragihandin ku Ceferî ji welatên Erebî daxwaz kiriye ku hin gavên dîplomasî û aborî li dijî berjewendiyên Amrîkayê biavêjin, daku nerazîbûna xwe li hemberî biryara Trump nîşan bidin.

    Bi heman mijarî:

    Civîna wezîrên derve ya Yekîtiya Ereban bi dawî bû
    Li Zanîngeha Kerkûkê di navbera xwendekarên kurd û ereban de pevçûn rûda
    Netanyahu: Ne serokên ereban, raya giştî ya ereban ji aştiyê re astengiyê derdixin
    Ji Îranê bo Yekîtiya Ereban bertek: Derew e, bêqîmet e
    Rêveberiya Asayişa Hewlêrê li ser derkirina ereban ji Hewlêrê daxuyanî da
    Etîketan:
    gavên dîplomatîk û aborî, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê, Îbrahîm Ceferî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de