04:35 26 Nîsan 2018
    Iraq - Serkeftina DAIŞê

    Li Iraqê sibe ahenga serkeftina DAIŞê tê lidarxistin

    © Sputnik / NAZEK MOHAMMAD
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    Hikûmeta Iraqa Federal bi helkefta serkeftina şerê li dijî terorîstên DAIŞê biryar da ku sibe li tevahiya welat bêhnvedan be û saziyên hikûmetê kar nekin. Herwiha hat ragihandin ku dê li paytext Bexdayê jî ahenga serkeftinê bê gerandin.

    Di daxuyaniya Sekretêriya Giştî ya Civata Wezîran a Iraqê de ku gihîştiye peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê de, hat gotin, "Sibe roja yekşemê (10ê Kanûna 2017) li meydana ahenga li Bexdaya paytext wê ahenga serkeftina Iraqê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de û rizgarkirina welat ji wan terorsîtan bê lidarxistin."

    DÊ EBADÎ GOTARA SERKEFTINÊ PÊŞKEŞ BIKE

    Herwiha hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Iraqê û Serokwezîr Heyder Ebadî jî beşdarî wê ahengê dibe û tê de gotarekê pêşkêş dike û mizgîniya serkeftinê dê ragihîne.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi sedema serkeftina li dijî DAIŞê wê rêwresmên leşkerî jî werin pêşkeşkirin.

    Bi heman mijarî:

    Johnson li Îranê bi Zerîf re civiya
    Quds û pêşbazîya Tirkiye û Îranê
    ‘Amerîka ji bo ku dawî li DAIŞê neyê bergiriyan dike'
    Ji NYyê piştî 27 salan biryara Iraqê: Dorpêç hatin rakirin
    'Li Kerkûkê 5 xwekujan xwe teqandin'
    Rûsya: Li Sûriyeyê sehaya esmanî ya Amerîkayê tune ye
    'Rosneft û Gazprom xebatên li Kurdistanê ranawestînin'
    Etîketan:
    Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de