15:30 21 Çile 2018
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Milîtanan êrişî polîsên zêrevan kirin: Bi 10an kuştî û birîndar hene

    © AFP 2018/ MOADH AL-DULAIMI
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 20

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi çekên giran êrişî deriyê sînor ê Welîd ku di navbera Iraq û Sûriyeyê de ye kirin.

    Li gorî nûçeya K24ê ku dispêrê çavkaniyekî ewlehî yê herêma Enbarê, milîtanên terorîst ê DAIŞî ji aliyê Sûriyeyê ve êrişî deriye sînor ê Welîd ku dikeve navbera Iraq û Sûriyeyê kirin, di encama êrişê de hejmarek polîsên zêrêvan ên iraqî hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Piştî êrişê milîtanên DAIŞî dîsa ji aliyê Sûriyeyê ve paşde vegeriyane.

    Tora medya cengî ya artêşa Iraqê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên şer ên Iraqê 8 caran li herêma sînorî êrişên hewayî birin ser milîtanên DAIŞî û di encamê de 16 terorîst hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Fransayê hejmara hemwelatiyên xwe ku di nava DAIŞê de mane eşkere kir
    Li Iraqê piştî DAIŞê talûkeyeke din a mezin peyda dibe
    Li Siwêdanê di nava HSD û DAIŞê de şerê dijwar: 35 kuştî
    Rudskoy: Me dawiya operasyona DAIŞê bi awayekî nebînayî pêkanî
    Bi dehan êzîdî ji destê DAIŞê hatin rizgar kirin
    Etîketan:
    Hêzên Iraqê, DAIŞ, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de