02:27 18 Sibat 2018
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Nivîsgeha Ebadî: Hîn dema ji bo rakirina dorpêçê li ser balafirgehan nehatiye diyarkirin

    © REUTERS/ Ludovic Marin
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bersiva Birêvebera Balafirxaneya Hewlêrê ya Navdewletî Telar Fayeqî da û ragihand ku demeke diyar ji bo rakirina ambargoya li ser balafirgehên Kurdistanê tine.

    Berdevkê Nivîsgeha Ebadî, Seed Hudeysî di daxuyaniyên rojnamevaniyê de got," ti dem ji bo rakirina qedexeya li ser balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê nehatiye diyarkirin û Hikûmeta Iraqê di daxwazên xwe de zelal e û ew jî ew in ku ev herdû balafirgeh têkevin bin birêveberiya hikûmeta federal".

    Herwiha Hudeysî desntîşan kir ku çi dema ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê têkevin bin kontrola hewageriya sivîl a federal, ambargo dê li ser firînên navdewletî rabe."

    Birêvebera Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî Telar Fayeq ragihandibû ku hewildanên ji aliyê Neteweyên Yekgirtî (NY) û civaka navdewletî ji bo rakirina dorpêça ser balafirxaneyên Herêma Kurdistanê berdewam e û gotibû, "dibe ku heta dawiya vê salê balafirxane bên vekirin."

    Etîketan:
    Telar Fayeq, Heyder Ebadî, Seed Hudeysî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de