21:54 22 Sibat 2018
Zindî
    Pêşmerge

    'Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji ber deriyên sînor li hev nakin'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji bo dawîlêanîna rakêşiyên di navbeyna hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî hewldanên rêkeftinê didomin lê ji ber mijara deriyên sînor hîn jî rêkeftinek pêk nehatiye.

    Hikmet Durgun

    Fermandarê Heşda Şeibî Alî Haşim Huseynî ji Sputnikê re axivî û got ji ber deriyên sînoran hîn rêkeftinek pêk nehatiye. Fermandarê Pêşmerge Xelîl Şîrvan jî ragihand ku ew dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.

    Piştî ku Herêma Kurdistanê di 25ê meha îlonê de çû referandûma serxwebûnê, Artêş Iraqê bi piştgiriya Heşda Şeibî hewl dabû di ku Kerkûk û Şingalê ji dest hêzên Pêşmerge bistîne lê li Pîre û hin deverên din şer derketibû. Piştî şer ji bo agirbest pêk were û rêkeftinek çêbibe hewldan çêbûbûn lê ev hewldan bêencam mabûn. Herî dawî her du alî li Bexdayê hevdîtinek pêk anîn lê ev hevdîtin jî bêencam ma.

    ‘EGERA SEREKE YA LIHEVNEKIRINÊ DERIYÊN SÎNOR Û HERÊMÊN PETROLÊ NE'

    Fermandarê Heşda Şeibî Alî Haşîm Şîrvan derbarê mijarê de diyar kir ku hîn jî di navbera Artêşa Iraqê û Pêşmerge de hîn tu rêkeftin pêk nehatine û wisa axivî, "Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî û Hêzên Pêşmerge gelek caran ji bo pirsgirêka mijaran hewl dan biaxivin lê av hewldan bêencam man. Demek berê me car din hewl da ku hevdîtinan pêk bînin lê hevdîtin Jî bi ser neketin. Egera sereke ya lihevnekirinê deriyên sînor û herêmên petrolê ne. Artêşa Iraqê dixwaze deriyên sînor di bin kontrola wê de bin lê hêzên Pêşmerge vê yeke qebûl nake. Hê jî tu rêkeftin tune ye lê em hêvîdar in rêkeftinek çêbibe û pirsgirêk werine çareserkini."

    Ji hêla din ve fermandarê Pêşmerge Şîrvan Xelîl diyar kir ku hîn bi Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê re tu rêkeftin pêknehatiye û wiha axivî, "Hêzên Pêşmerge êrîşî tu hêzê nekiriye û bi tenê xwe parastiye." Şirvan amaje pê kir ku ew dixwazin ku pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şeibî: Em ê hêzên amerîkî hedef bigrin
    Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî dest bi operasyonê kir
    Heşda Şeibî 800 malên ereb li Tuzxurmatûyê bi cih kir
    Milîsên Heşda Şeibî bê sebeb xaniyên welatiyên kurd diteqînin
    Etîketan:
    Alî Haşîm Huseynî, Xelîl Şîrvan, Herêma Kurdsitanê, Kerkûk, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de