15:52 18 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî dest bi operasyonê kir

    © REUTERS/
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ji bo kontrolkirina navçeya dawîn a di destê DAIŞê de li bejahiya Cezîre ya rojavayê Iraqê dest bi operasyonê kir.

    Fermandarê Operasyonên Cezîre û Hêzên Firatê Ebdulemîr Yarella got, "Operasyona ji bo kontrolkirina herêmên navbera parêzgeha Newnowa û Enbarê hatiye destpêkirin û Hêzên artêşê û Heşda Şeibî beşdarî vê operasyonê bûne."

    Yarella anî ziman ku ev operasyon ji bo paqijkirina bejahiya Cezîre û jora Firatê ye, daku ew bigihêjin sînorên Sûriyeyê.

    Hêjayê gotinê ye ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 21ê meha borî de gotibû, "Rêxisitna DAIŞê di warê leşkerî li Iraqê têk çû."

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê piştî DAIŞê talûkeyeke din a mezin peyda dibe
    Iraqê li Kerkûkê 2 rêveberên Kurd bi Tirkmenên şîe guhertin
    NATO: Em ji destdirêjiya Îranê ya nava Iraqê aciz in
    Serokkomarê Iraqê: Hewlêr amade ye diyalogê bike
    Etîketan:
    operasyon, Fermandarê Operasyonên Cezîre û Hêzên Firatê, Abdulemîr Yarellah, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de