14:20 11 Kanûn 2017
Zindî
    Réféendum au Kurdistan irakien

    Serokwezîrê ewropî li dijî biryarên Ebadî yên Kurdistanê derket

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Flaman Geert Bourgeois dilgiraniya xwe li hember biryarên Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê nîşan da nameyeke nerazîbûnê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re şand.

    Serokwezîrê Herêma Flanderz a Belcîkayê Geert Bourgeois dilgiraniya xwe li hember biryarên Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê nîşan da û ji bo vê nameyeke nerazîbûnê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re şand. Bourgeois di nameyê de ji Ebadî re dibêje: "Ew pêngav bandoreke mezin li xelkê Herêma Kurdistanê dike."

    Nûneratiya Kurdistanê li Belcîkayê bi rêya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Flanders a Belcîkayê, nameyeke serokwezîrê vê herêmê Geert Bourgeois wergirt ku ji bo Balyozê Iraqê yê li Belcîkayê Cewad Hendawî re hatiye şandin. Li gorî agahiyan, Nûneriya Kurdistanê kopiyeke wê nameyê ji Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini re jî hatiye şandin.

    Bourgeois di nameya xwe de dibêje: "Ev name bi armanca nîşandana nerazîbûna hikûmeta Herêma Flandersê li hember rêkarên hikûmeta Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê hatiye şandin."

    Serokwezîr Geert Bourgeois dilgiraniya xwe li hember kêmkirina pişka bûdceya û daxistina esmanê Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tîne ziman û dibêje: "Ew pêngav bandoreke mezin li xelkê Herêma Kurdistanê û şandina alîkariyên mirovî yên ji bo 1,5 milyon awareyên navxweyî ku li Herêma Kurdistanê nîştecih in, dike."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
    Iraq: Bexda li bendê ye ku Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne
    Sputnik Kurdistan hemû hûrgiliyên hilbijartinên li Rojava diweşîne
    ‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
    Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
    Etîketan:
    Serokwezîrê Herêma Flanderz a Belcîkayê, Geert Bourgeois, Iraq, Ewropa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de