05:21 11 Kanûn 2017
Zindî
    Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê

    Telar Fayeq: Dibe ku heta dawiya salê balafirxaneyên Herêma Kurdistanê bên vekirin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Rêvebera Balafirxaneya Hewlêrê ya Navdewletî Telar Fayeq ragihand ku hewildanên ji aliyê Neteweyên Yekgirtî (NY) û civaka navdewletî ji bo rakirina dorpêça ser balafirxaneyên Herêma Kurdistanê berdewam e û eşkere kir û got "Dibe ku heta dawiya vê salê balafirxane bên vekirin."

    Telar Fayeq re ragihand, ku biryara girtina balafirxaneyan siyasî ye û elaqeya wê bi pirsgirêkên firokevaniyê re tune ye û da zanîn, "Çimkî ji aliyê teknîkî ve tu pirsgirêkên me bi Bexdayê, yan jî bi desthilata firokevaniyê re tunebû, herwiha biryar bêyî tu daxuyaniyek ji aliyê Bexdayê ve bê hatiye dayîn."

    Fayeq destnîşan kir: "Biryara Ebadî bi du peyvan dixwaz ku balafirxane têkevin bin desthilata firokevaniya Iraqê. Bêguman eger tu vê gotinê şîrove bikî, ev gotin ji rastiyê dûr e, ji ber ku ev herdu balafirxaneyên Herêma Kurdistanê ji mêj ve, bi hemû yasayên desthilata firokevaniya Iraqê ve girêdayî ne."

    'BIRYARA GIRTINÊ NE DI CIH DE YE'

    Li ser hewldanên ji nû ve vekirina balafirxanên Herêma Kurdistanê Fayeq got: "Me daxwaznameyek ji baregeha sereke ya Neteweyên Yekgirtî (NY) re şand. Bi qasî ku me bihîzt beşa yasayî li ser vê mijarê dixebite. Di daxwaznameyê de me amaje bi çend xalên yasayî kiriye, ku Iraqê yasayên navdewletî binpê kiriye û biryara girtinê ne di cihê xwe de ye."

    'JI GIRTINA BALAFIRXANEYAN HERÎ ZÊDE NEXWEŞ, KARMEND Û XWENDEKAR ZIRARÊ DIBÎNIN'

    Di derbarê bandora girtina balafirxaneyên Herêma Kurdistanê ku herî zêde hemwelatî zirar dibini û got: "Bi taybetî ew kesên ku pêwîstiya wan bi dermakirinên domdar heye û ji bo vê yekê car caran ber bi derveyî welê seyahat dikirin ku di nav wan de jî birîndar û hin pêşmerge hene. Herwiha xwendekar û karmendên ku ji bo perwerdehiyê diçûn derve bi awayekî neyînî tesîr digirin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Welatekî ewropî 100 pisporên leşkerî dişîne Kurdistanê
    Parlamena Kurdistanê bang li civaka navdewletî kir: Heşda Şebî cenosîdê dike
    Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da
    Wezareta Ragihandinê: Girtina firokexaneyên Herêma Kurdistanê zirarên mezin dide
    Amerîka: Em dostên kurdan û Herêma Kurdistanê ne
    Etîketan:
    balafirzane, Balafir, dorpêç, Telar Fayeq, Hewlêr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de