17:31 18 Kanûn 2017
Zindî
    Serokkomarê Iraqê Fûad Mesûm

    Serokkomarê Iraqê: Hewlêr amade ye diyalogê bike

    © AP Photo/ Richard Drew
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm bi Serokê Şepêla Hikmetê ya Niştimanî Emar Hekîmî re civiya û piştî wê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji diyalogê re amade ye.

    Serokkomariya Iraqê dauxyaniyek da û tê de ragihand ku "Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm serdana Serokê Şepêla Hikmetê ya Niştimanî Emar Hekîmî re civiya û pê re geşedanên siyasî û ewlekariyê li Iraqê û herêmê gotûbêj kir û herwiha pîrozbahiya Hekîmî kir ku kongreya yekem a şepêlê hat lidarxistin û serkirdayetiya wê jî hat hilbijartin.

    Li gorî daxuyaniyê, civîn li ser pêwîstiya lezandina pêbaweriya navbera Hewlêr û Bexdayê sekinî û girtina rûpela nakokiyan û herwha teqez kir ku divê xebat ji bo  diyalogeke bi biratî were kirin daku rêkeftinek pêl were ku hemû kêşeyên heyî di navbera herdû aliyan de çareser bike bi awayekî ku maf û berjewndiyên hemû welatiyan li ser bingehê destûr û biryarên dadgeha federal bên parastin.

    Herwiha herdû aliyan diyar kir ku gelek giring e, hevkarî û lihevkirina di navbera pêkhateyên Kerkûkê de were xurtkirin ji bo ku hemû kêşeyên parêzgehê li ser astên birêveberî, ewlekarî û aborî werin çareserkirin û wan teqez kir ku "iraqî dikarin di vê babetê de bi ser kevin û ji bilî diyalogê ti çareserî tine."

     

    Bi heman mijarî:

    Civîna Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê bi serokatiya Barzanî dest pê kir
    Wezareta Pêşmerge sedema girtina rêya navbera Kurdistan û Mûsilê eşkere kir
    Kurdistan: Iraq, Tirkiye û Îranê berî referandûmê gotûbêjên nepenî kirine
    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    ‘Kurdistan navbeynkariya Rûsyayê girîng dibîne'
    Etîketan:
    Emar el-Hekîm, Fûad Masûm, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de