01:34 14 Kanûn 2017
Zindî
    Muqteda El Sedr

    Sedr bangî Erebistana Siûdî kir: Berê hevpeymana îslamî bide Qudsê

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Tevgera Sedrê Muqteda el Sedrî îro pêncşemê bangî Erebistana Siûdî kir ku berê hevpeymana îslamî ya ku pêşengiya wê dike, yekser bide Qudsê.

    Sedrî bersiva da biryara Serokê DYAyê Donald Trumpî ya "nasîna Qudsê wek paytextê Îsraîlê" û got,"Quds pîrozahiya me ye û erd erda me û çend roj ji te re mane" û bangî dewletên erebî û misilman kir ku balyozxaneyên amerîkî bi awayekî demkî bigirin û yên îsraîlî bi awayekî mayinde bigirin.

    Sedr di axiftina xwe ya li bajarê Necefê yê Iraqê de diyar kir ku kordînasyonek di navbera komên berxwedanê yên li Iraqê de heye daku ji bo biryara serokê DYAyê ya Qudsê de bicivin û soz daku dê bibe yekem leşker, eger ew kom di mijara "êrîşkirina" bi ser Îsraîlê de cidî bin.

    Serokê Tevgera Sedrê Muqteda hişyarî jî da ku ev êrîş di rêya xaka Sûriyeyê re neyên kirin.

    "IRAQÊ BANGÎ BALYOZÊ DAYÊ KIR"

    Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî bangî balyozê amerîkî li Bexdayê kir û ji bo vê biryara Washingtonê.

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê Ehmed Mehcûbî bi daxuyaniyekê îro pêncşemê ragihand ku "Wezareta Derve ya Iraqê bangî balyozê amerîkî kiriye daku nîşeyeke protestoyê li ser biryarê radestî wî bikin."

    Bi heman mijarî:

    "Fişarên navdewletî ji bo çareserkirina qeyrana Kurdistan û Iraqê zêde ne"
    Civîna Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê bi serokatiya Barzanî dest pê kir
    Wezareta Pêşmerge sedema girtina rêya navbera Kurdistan û Mûsilê eşkere kir
    Kurdistan: Iraq, Tirkiye û Îranê berî referandûmê gotûbêjên nepenî kirine
    Kurdistan: Em îdareya dualî ya Kerkûkê qebûl nakin
    Etîketan:
    Muqteda el Sedr, Erebistana Siûdî, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de