04:49 23 Çile 2018
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    ‘Projeya budce ya îraqê bo Herêma Kurdistanê pir xerabe'

    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê ji destpêkê bûdçe û firotina petrolê bûn û ev krîz bi lidarxistina referandûma serxwebûnê derkete asta herî jor.

    Hikûmeta navendî ya Iraqê dîsa bûdçeya 2018an a Herêma Kurdistanê amade dike. Parlamenterên kurd ê li Parlamentoya Iraqê dibêjin ‘bûdçeya îsal pir kêm e, eger neyê serastkirin em tevlî dengdanê nabin û bûdçeyê napejirînin.

    Endamê lijneya karûbarên darayî û aborî yê Parlamentoyab Iraqê Ehmed Hacî Reşîd ku ji grûba Komeleya Îslamî ye ji ajansa Spûtnîkê re got: "Duhî projeya budce ya Iraqê gihişt parlamentoyê û biryar hatibû dayîn ku têkeve dengdanê, lê ji ber kêmasiyan nekete rojevê û dibe îro jî negihîje."

    Ehmed Hacî Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bûdçeya 2018an pir xirab e û eger wiha be dê nûnerên kurd, sunî û hinek aliyên şîe jî wê deng nedin û erê nekin. Rêjeya Herêma Kurdistanê di projeyê de hatiye zêdekirin, lê di nava xal û benden wê de hê jî 12.67 e. Navê Herêma Kurdistanê jî nehatiye nivîsandin tenê behsa navê bajarên herêmê dike. Herwiha dîwana çavderî ya darayî ya Iraqê biryar daye ku ligel dîwanên bajarên Kurdistanê danûstandinê bike. Danûstandin dê ne wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê be."

    Hacî Reşîd di dirêjiya axaftina xwe de ji bo helwesta nûnerên kurd got: "Tenê Lijneya Darayî dikare guhertina hinek navên bajarên Herêma Kurdistanê bike. Niha çend xal û mijar kêm in, ji ber ku desthilatên Lijneya Darayî sînordar û nikarin bi awayekî giştî guherînan di bûdçeyê de bikin. "
    Li gorî agahiyên Ehmed Hecî Reşîd divê hikûmeta navendî ya Iraqê ji xeyrî 250 milyar dînarî divê 900 milyar dînar meaşê fermanberan jî bide, lê niha Bexda behsa dayîna 400 milyar dînarî dike û ev reqem pir kêm û têra meaşê fermanberan jî nake.

    Bi heman mijarî:

    'Bexda û Hewlêr bi dizî dicivin'
    Bexda û Hewlêr dê li hev bikin?
    NY ji bo serxwebûna Kurdistanê: Divê Bexda û Hewlêr bi hev re biryarê bidin
    Balyozê YE: Divê Hewlêr û Bexda kêşêyên xwe çareser bikin
    Ehmed Pîre: Tirkiye bikeve Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Bexda wê bi hev re xwe biparêzin
    Amerîka: Em dixwazin Hewlêr û Bexda pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin
    Etîketan:
    Bûdçeya Herêma Kurdistanê, Komelay Îslamî, Ehmed Hacî Reşîd, KURDISTAN, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de