19:08 22 Çile 2018
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Iraq: Bexda li bendê ye ku Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne

    © AFP 2018/ Safin Hamed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê pêşwaziya heyeta Herêma Kurdistanê kir, hikûmeta Iraqê ji bo serdanê daxuyaniyek belav kir.

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Serokwezîrê Iraqê Seed Hedîsî ji bo serdana heyeta Kurdistanê bo Fransayê got: "Nakokiyên Hewlêr û Bexdayê mijareke navxweyî ya Iraqê ye û divê ev pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin. Bexda bi awayekî erênî li hewldanên derve dinêre ji bo ku ev kirîza heyî çareser bibe."

    Seed Hedîsî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Hinek welat dixwazin ji bo diyalogê rewşeke guncaw çêbikin û hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin ku yekîtiya Iraqê bê parastin. Bexda wisa difikire ku divê ji bo diyalogê jî amadekarî bêne kirin."

    Hedîsî di berdeamiya axaftina xwe de got: "Bexda hê jî li benda helwesta dawî ya Herêma Kurdistanê ye ku di çarçoveya biryara Dadgeha Federalî de referandûm û encamên wê bi temamî hilweşîne. Ev hemû pirsgirên ku çêbûne, ji ber referandêmê çêbûne û divê bi tedbîrên pêwîst ev pirsgirêkên peywendiyan di navbera herdû aliyan de bêne çareserkirin."

    Bi heman mijarî:

    'Bexda û Hewlêr bi dizî dicivin'
    Bexda û Hewlêr dê li hev bikin?
    NY ji bo serxwebûna Kurdistanê: Divê Bexda û Hewlêr bi hev re biryarê bidin
    Balyozê YE: Divê Hewlêr û Bexda kêşêyên xwe çareser bikin
    Ehmed Pîre: Tirkiye bikeve Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Bexda wê bi hev re xwe biparêzin
    Etîketan:
    Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Serokwezîrtiya Iraqê, Seed Hedîsî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de