17:46 18 Kanûn 2017
Zindî
    Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm

    Serokomarê Iraqê ji bo binpêkirinên destûrê komîteyek ava kir

    © AP Photo/ Richard Drew
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm di civîna qanûnzanan de ferman daye ku komîteyeke ji bo diyarkirina binpêkirinên destûrî li Iraqê ava bikin.

    Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê, Ebdullah Elyaweyî derbarê civîna Serokmoriya Iraqê ya ku roja Pêncşemê ligel çend qanûnzanên Iraqî hatiye kirin de agahî dan.

    Elyaweyî ji televizyona Rûdawê re eşkere kir ku komîteyek ji bo diyarkirina binpêkirinên ku di destûra Iraqê de çêbûne tê avakirin, bi mebesta parastina mafên kes, alî û neteweyên di destûrê de xwedî maf in.

    Elyaweyî got, serokomarê Iraqê ew çend meh in ku amadekariyê ji bo diyarkirina binpêkirinên destûr û avakirina wê komîteyê dike.

    Rêveberiya Herêma Kurdistanê dibêje, 54 madeyên destûrî ji aliyê hikumeta Bexdayê ve hatine binpêkirin ku ew heta niha jî bûne sedema aloziyên navbera her du aliyan.

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Kurdistanê êrîşa mizgeftê ya Misirê şermezar kir
    HDP li Wanê ji bo jinan mîtingekê li dar dixe
    Peykerê Andrey Karlov li Balyozxaneya Rûsya ya Enqerê hat danîn
    Li Dîlokê 16 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
    Li metroya Londonê dengê teqînan: îstasyon hate valakirin
    Etîketan:
    Fuad Mehsûm, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de