22:40 17 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê û Haşdî Şabî

    Hêzên Iraq û Sûriyeyê li Ebû Kemalê gihîştin hev

    © REUTERS/
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên hikûmeta Sûriyeyê û yên Iraqê ku bi hev re Ebû Kemal ji destê DAIŞê rizgar kirin li ser sînor gihÎştin hev. Milîsên Heşda Şeibî ku Îran piştgiriya wan dike jî tevlî operasyonê bibûn.

    Hêzên hikûmeta Sûriyeyê bajarokê Ebû Kemalê ji destê DAIŞê rizgar kiribû. Hat ragihandin ku di rizgarkirina Ebû Kemalê de artêşa Iraqê jî piştgirî daye Sûriyeyê. Li gorî agahiyan milîsên Heşda Şeibî ku Îran piştgiriya wan dike li ser sînor nehişt milîtanên DAIŞê derbas bibin û hetanî artêşa herdu welatan li ser sînor gihîşte hev.

    Fermandarê Operasyonên Hevpar ê Iraqê Yehya Resûl ji Spûtnîkê re got: "Herêma Selahadîn, Nînova û Enbarê ku nêzî sînorê Sûriyeyê û niha milîtanên DAIŞê ew der ji xwe re kirine baregeh dê werin paqijkirin."

    Yehya Resûl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku bajarê Mûsilê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hat derxistin her kesî dizanîbû êdî dawî li rêxistinê hatiye. Wan hemû hêz û hebûna xwe winda kir û çeperên ku ji destê wan hatin deranin niha bi mayînan tijî dikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtinên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge bê encam ma
    Artêşa Iraqê ji sê aliyan ve operasyon da destpêkirin
    Artêşa Iraqê kete bajarokê Qaîmê
    Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê artêşa Iraqê hişyar kir
    Ji artêşa Iraqê daxuyaniya deriyên sînor ê Kurdistanê
    Ji artêşa Iraqê operasyon: 75 kuştî
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, Fermandarê Operasyonên Hevpar ê Iraqê, Yehya Resûl, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de