13:54 18 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Raportora NYyê: Milîşeyên şîe û hêzên Iraqê ‘tawanên şer’ kirine

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 20

    Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Agnes Callamard ragihand ku divê li ser binpêkirinên mafên mirovan û tawanên şer ên li dema destguhertina deverên di destê DAIŞê de bûn, lêkolîn were kirin û berpirs derkevin pêş dadgehê.

    Raportora NYyê li ser rapor û nûçeyên ku piştî kontrolkirina deverên di destê DAIŞê de bûn, hêzên Iraqê û milîşeyên şîe mafên mirovan binpê kirine, daxuyanî da.

    Agnes Callamard li ser mijarê bi bîr xist ku li dema destguhertina deverên di destê DAIŞê de bûn, gelek binpêkirinên mafên mirovan rû dane û divê hikûmeta Iraqê bi awayekî cidî li ser lêkolînê bike.

    Callamard got ku li gor amaran ji aliyê milîşeyên şîe û hêzên artêşa Iraqê ve, tawanên kuştin, îşkence, koçkirin û desteserkirinê rû dane û li gor raportên rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan ew binpêkirin gihîştine asta, ‘tawanên şer'.

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmenda Esad: Em amade ne bi kesên baweriya wan bi çareseriya siyasî heye re rûnin
    ‘Di demeke nêzîk de danûstandin bi Bexdayê re dest pê dike’
    Doz li Barzanî, Talabanî û Kerîm hat vekirin
    Dema Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an a li Rûsyayê dê hinek mitîng û meş bêne sînordar kirin
    Eksperê rûsî: Amerîka tenê bi saya kurdan dikare li Sûrîyeyê bimîne
    Etîketan:
    NY, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de