07:32 20 Nîsan 2018
    Muqteda es-Sadr

    Sadr: Armanca min ne dijminatiya Îranê ye

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê şia yê Iraqî Sadr, serdana xwe ya Siûdî ku piştî yanzdeh salan pêkhatibû nirxand. Sadr da zanîn ku wî Îran aciz kiriye lê armanceke wî ya dijminatiyê tuneye.

    Serokê Tevgera Sadr ya li Iraqê Mukteda El Sadr ragihand ku serdana wî ya ji bo Erebistana Siûdî ku piştî 11 salan pêkhatî li aliyê Îranê bûye sedema aciziyê. Serokê şia got: "Serdana min a Siûdî Îran aciz kir. Peyameke bi wî rengî ji min re şandin. Lê ev ne cî de bû. Lewra çûna min a wir ne dijminatiya li hember Îranê ye, ji bo Iraq û berjewendiyên gelê Iraqê bû. Herwiha li wê derê em li ser mijarên ku Tevgera Sadr jî eleqedar dikin axivîn.

    ‘SERDEMA DUYEM EZ Ê PIŞTGIRIYA EBADÎ BIKIM LÊ SERDEMA SÊYEM NAKIM'

    Ji hêla din ve Sadr diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di gelek qadên birêveberiya dewletê de biserketiye. Sadr aşkere kir ku, ez ê ji bo serdema duyem piştgiriya Ebadî bikim,lê ev ji bo serdema sêyem nabe.

    ‘HÎZBÛLAH Û SIÛDÎ ŞER BIKIN DÊ LUBNAN PERÇE BIBE'

    Herwiha Sadr geşedanên li Lubnanê jî nirxandin. Serokê şia weha axivî: Heke li Lubnanê Hîzbûlah û Erebistana Siûdî şer bikin dê Lubnan perçe bibe.

    Sadr piştî bi 11 salan di 31ê Temûza borî de serdana Erebistana Siûdî kiirbû û bi mîrzayê welîaht Muhamed Bin Selman re hevdîtin pêkanîbû.

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê Şîa Sadr peyama 'berxwedana çekdarî' da
    Tevgera Sadr bernameyek piştî şerê DAIŞê amade kir
    Hêzên ewlekariyê gule bera alîgirên Sadr da: 7 kes mirin
    Ji Sadr bo Trump: Pêşî hûn hemwelatiyên xwe ji Iraqê vekişînin
    Sadr: Balyozxaneya DYAyê biçe Qudsê divê bo rizgarkirina Qudsê hêzek taybet bê avakirin
    Muqteda Sadr li hemberî Tirkiyê bangewaziya xwepêşandanan kir
    Muqteda Sadr gef xwar: Kerkûk bi Kurdistanê ve nayê gir​ê​dan
    Mukteda Sadr hişyarî da Brîtanyayê
    Etîketan:
    geşedanên dawî, dijminatî, Mûkteda es Sadr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de