06:03 20 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ofîsa Ebadî şertên diyalogê bi Kurdistanê re eşkere kirin

    © REUTERS / Ludovic Marin
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî biryara Dadgeha Bilind a Federalî ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mercên xwe ji bo destpêkirina diyalogan bi Herêma Kurdistanê re eşkere kirin.

    Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Seid Hedîsî da xuyakirin dadgehê nerînên derbarê yasayîbûn yan jî neyasayîbûna giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê yekalîkirine û ew hilweşandiye.

    Seid Hedîsî anî ziman ew niha li benda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne ku di bin siya destûrê de dest bi diyalogê bikin û divê pabendî biryaran û yekîtiya Iraqê bin bo çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

    Berdevkê Serokwezîrê Iraqê tekez kir encamdana diyalogê girêdayî bi rêzgrtin ji destûrê, rêzgirtin ji biryarên Dadgeha Federalî, pêngavên hevbeş li ser mijara petrol û ewlehiyê û sepandina desthilata federalî ye.

    Hedîsî tekez dike ew xale dibine bingeha avakirina baweriyê bi destpêkirina diyaloga bihêz.

    Bi heman mijarî:

    5 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo çareseriyê dicivin
    'Em ê ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê sê pêşniyaran bikin'
    Amerîka bersiva daxwaza Hikûmeta Kurdistanê da
    Parlamentoya Kurdistanê biryara Dadgeha Federal a Iraqê red kir
    Grûba çekdarên ku li Kurdistanê peyda bûne kî ne?
    Etîketan:
    diyalog, hevdîtin, şert, Haydar el-Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de