01:17 19 Kanûn 2017
Zindî
    Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY)

    Neteweyên Yekbûyî banga bicihanîna Destûra Iraqê li Bexda û Hewlêrê kir

    © AP Photo/ Mary Altaffer
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di civîna Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya li dor rewşa Iraqê û aloziya navbera Herêma Kurdistanê civiya de, daxwaza dîyalogê hat kirin.

    Di daxuyaniya derbarê rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê ya KENYê de hat gotin ku ew piştgiriya gotûbêjan di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dikin.

    Konseya Ewlekariyê daxwaza cîbicîkirina destûra Iraqê ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û piştgiriya Neteweyên Yekbûyî bo hewlên destpêkirina dîyalogê nîşan da.

    KENYê herwiha di çarçoveya rêzgirtina yekîtiya axa Iraqê de, biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ku derbarê referandûma serxwebûnê de dabû nirxand û ji bo hilbijartinên Iraqê yên Gulana 2018an hêviya serkeftinê xwest.

    KUBÎS: TI DEVEREKE IRAQÊ DI DESTÊ DAIŞÊ DE NEMAYE

    Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis di gotara xwe ya destpêka civînê de got, di 17ê Mijdarê de Iraqê serkeftina DAIŞê ragihandiye û devera dawî ya di destê DAIŞê de hatiye kontrolkirin.

    Kubis bal kişand ser ku niha ti devereke Iraqê di destê DAIŞê de nemaye û da zanîn, Herêma Kurdistanê pêşwazî li hejmareke mezin a koçberan kiriye.

    'HER DU ALÎ LI SER CÎBICÎ NEKIRINA DESTÛRÊ GILIYAN DIKIN'

    Jan Kubis di civînê de aloziya navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi bîr xist da xuyakirin ku her du alî jî giliyan dikin ku destûr nehatiye bicihanîn.

    Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê herwiha got, "Pêwîst e pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogê bêne çareserkirin û mafên destûrî ji Herêma Kurdistanê re vegerin."

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê mûzikjeneke rûsî: Nadya Hobotova
    Ji bo FIFA 2018 Kupaya Cîhanê parkeke nû hat çêkirin
    Ji bo Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an ‘di asta herî jor de soza ewlehiyê'
    Wezîrê Îngilîz Boris Johnson ji Serokwezîr Barzanî re name şand
    Daxuyaniya hevpar a Soçiyê: Herêmên ku rakêşî lê tê kêmkirin dive zirarê nedine serweriyê
    5 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo çareseriyê dicivin
    Peskov: Di lutkeyê de beşdariya Kurdan a Kongreya Dîyaloga Niştîmanîya Sûriyê hat axaftin
    Etîketan:
    KENY, NY, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de