22:41 17 Kanûn 2017
Zindî
    Îraq-Heşda Şeibî

    Heşda Şeibî tehdîd kir: Eger venekişin em ê êriş bikin

    © AFP 2017/ Mohammed Sawaf
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 02

    Milîsên Heşda Şeibî ku Îran piştgiriya wan dike bangî Amerîkayê kir ku ji Iraqê vekişe, eger Amerîka hêzên xwe ji Iraqê venekişîne dê êriş bikin.

    Milîsên Heşda Şeibî ku Îran piştgiriya wan dike li bajarê Necef ê Iraqê ji bo biryara Kongreya Amerîkayê ya ku Tevgera Nuceba xistibû lîsteya terorê şermezar bikin çalekiyek li dar xist. Yek ji serokê grûba Seraya Aşura ku baskekî Heşda Şeibî ye Ebdulletîf Emîdî Amerîka tehdîd kir û ragihand ku divê Amerîka hêza xwe ji Iraqê vekişîne, eger venekişin em ê êriş bikin.

    Ebdulletîf Emîdî di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Piştî ku Kongreya Amerîkayê Tevgera Nuceba xiste lîsteya terorê, hêzên amerîkî bûna hedefa me ya pêşî."

    Emîdî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Amerîka bi vê biryarê dixwaze hêzên parastina Îslamî û grûbên Heşda Şeibî ji armancên wan dûr bixe. Divê êdî Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vekişîne, eger venekişîne wê bibin hedefa me."

    Bi heman mijarî:

    ‘Heşda Şeibî bi tehdîdên Amerîka ji herêmên nakok derdikeve'
    Heşda Şeibî ji bo vekişandina ji Rebîe û Zûmarê daxuyaniyek da
    Bombeya ku berê hatibû veşartin di nava Heşda Şeibî de teqiya: 3 kuştî û 5 birîndar
    Heşda Şeibî hêzên xwe şûnde vedikişîne
    Malikî: Pêwîst e Heşda Şeibî wek hêzeke yedek bimîne
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, serokê grûba Seraya Aşura, Ebdulletîf Emîdî, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de