10:31 18 Hezîran 2018
DAIŞ

Iraq: 300 jinên hemwelatî yên Tirkiyeyê yên bi DAIŞiyan re zewicî dê werin dersînorkirin

© AFP 2018 / Maria ANTONOVA
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Rayedarên Iraqî ji bo ajansa nuçeyan a Fransî, AFPê diyar kirin ku ew amadehiyan dikin 300 jinên welatiyên Tirkiyeyê, ku wekî hevjînên endamên DAIŞê yên li Mûsilê hatine girtin tê zanîn, bişînin Tirkiyeyê.

Rayedarên Iraqî yên ku ji bo AFPê peyivîn ragihand ku 300 hevjîn û zarokên cîhadîst ên li Mûsilê hatine girtin, ‘ji bo welatên wan werin şandin' transfere Bexdayê hatine kirin.

Cîgirê Serokê Konseya Herêma Neynowayê Nûredîn Kablan di daxuyaniya xwe de got, "Ev pêla duyem a dersînorkirinê ye. Piştî vê yeke 2 an 3 pêlên din wê werin."

Kablan diyar kir ku zêdetirî hezar û 200 endamên malbat ên cîhadîstan dê ji navenda desteserkirinê ya li Til Keîfê ji bo navendeke li Bexdayê werin şandin. Rayedarekî Iraqî jî ji bo AFPê eşkere kiribû ku 300 kesên ji van hemwelatiyên Tirkiyeyê ne.

Bajarê Mûsilê, ku bajarê duyem ê Iraqê ye, di sala 2014an de ketibû destê DAIŞê û di meha Tîrmeha îsal de hatibû rizgarkirin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: DAIŞ bi balafirên Tu-22M li Ebû Kemalê hate bombebaran kirin
Iraq: DAIŞ ji aliyê leşkerî ve qediya
Di êrişa hewayî ya li dijî DAIŞ û El Şebabê de 40 milîtan hatin kuştin
Fermandarê iraqî: DAIŞ li ber bidawîbûnê ye û ti bajar û navçe di destê wê de nemane
Di navbera DAIŞ û Talîbanê de şerekî dijwar: 39 kuştî û gelek birîndar
Etîketan:
hemwelatiyên tirkiyeyê, jin, DAIŞ, Cîgirê Serokê Konseya Herêma Neynowayê, Nûredîn Kablan, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de