22:38 17 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê - Hewlêr

    Dadgeha Federal a Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê biryara xwe eşkere kir

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 02

    Dadgeha Federal a Iraqê ji bo referandûma serbixwe ya Herêma Kurdistanê biryar da, ku ew referandum ne destûrî û yasayî ye.

    Dadgeha Federal a Iraqê îro ji bo guftûgokirina dosyeya di derbarê referandûma serbixwe ya Herêma Kurdistanê de li hev kom bû û biryara xwe ya li ser referandûmê da.

    Dadgehê di biryara xwe de got, "Ew referandûma di 25ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê û çend navçeyên din bi rêve çû, ne destûrî ye û divê hemû encamên wê werin hilweşandin."

    Di 25ê Îlona 2017an de li Herêma Kurdistanê û çend navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê referandûma ji bo serbixwebûna Kurdistanê hatibû lidarxistin û di encamê de ji sedî 93 dengê 'erê' derketibû. Piştî referandûmê di 16ê Cotmehê de hêzên artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî li dijî Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê operasyona dabû destpêkirin. Hêzên Pêşmerge ji van deran bêyî şer bikin vekişayabûn û ji wê demê şûnde kêşeyên navbera Bexda û hewlêrê de kûrtir bûbû.

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Brîtaniya yê li Îraqê piştgiriya welatê xwe ji bo Kurdistanê nîşan da
    ‘Em ê Kurdistanê ji vê pêvajoya dijwar xelas bikin'
    Ji Çekyayê biryara Herêma Kurdistanê
    Dadgeha Federal a Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê kom dibe
    Iraq dê budçeya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2018an biguherîne
    Etîketan:
    biryar, hilweşandin, referandûma serxwebûna Kurdistanê, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de