13:49 18 Kanûn 2017
Zindî
    Bexda

    Bexda li xwe mikur hat: Haya me ji çalekiyên DAIŞê heye

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Qasim Agraci di axaftina xwe de ragihand ku haya me ji êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê yên hinek bajarên Iraqê heye.

    Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Qasim Agraci di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Independent a îngîlîzî de behsa çalekiyên DAIŞê kir û got: "Em dikarin rê li ber çalekî û teqînên rêxistina terorîst a DAIŞê bigrin, lê ji bo sîxurên me ku ketina nava rêxistinê deşîfre nebin û canê wan nekeve talûke em mudaxele nakin. Eger em vê nekin wê DAIŞê gumanan ji sîxuran bike."

    Qasim Agraci di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em li hemberî êrişên bombeyî ku saziyên ewlehî yên Iraqê piştguh dikin bergiriyan digrin û qadên ku wê êriş pêk were ji însanan xalî dikin."

    Agraci di dirêjiya axaftina xwe de got: "Berî êrişê em însanan ji herêmên ku wê têqîn pêk were dûr dixin. Ji bo ku DAIŞ nekeve gumanan dîsa em hinek hêzên ewlehî li qadê dihêlin."

    Bi heman mijarî:

    Li Şingalê teqîn: 3 kesan can da
    Li navenda Bexdayê teqîn
    Teqîn pêk hat: 5 ji wan polîs 15 kesan can da
    Li paytexta Ukrayna Kievê teqîn
    Li Şemzînanê teqîn: 5 cerdevanên ewlekariyê birîndar bûn
    Etîketan:
    Wezîrê Navxweyî yê Iraqê, Qasim Agraci, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de