13:36 18 Kanûn 2017
Zindî
    Pankartên referandûma serxwebûna Kurdistanê

    Dadgeha Federal a Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê kom dibe

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dadgeha Federal a Iraqê ji bo guftûgokirina dosyeya referandûma Herêma Kurdistanê dê sibe li hev bicive.

    Eyas Samuk Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku sibe, roja duşemê Dadgeha Federal ji bo guftûgokirina heft dosyeyên destûrî kom dibe.

    Samuk herwisa bal kişand ser ku pirsgirêka destûrîbûna referandûma Herêma Kurdistanê jî di nava wan dosyeyan de heye, daku dadgeh dê di derbarê wê de biryarê bide.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku meha borî Dadgeha Federal a Iraqê diyar kiribû ku ew nikarin biryarê li ser referandûmê bidin, ku ew li gorî destûrê ye an ne li gorî destûrê ye.

    Referandûma serxwebûnê ya li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyê rêveberiya Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê hatibû lidarxistin û di encamê de nêzikî ji sedî 93yan dengê ‘erê' derketibû.

    Bi heman mijarî:

    Hewramî: Referandûma serxwebûnê bi ti awayî nayê hilweşandin
    Dadgeha Federal q Iraqê tarîxa doza referandûma Kurdistanê ragihand
    2yem Mihrîcana Sînemayê ya Rojava û referandûma Herêma Kurdistanê
    Wezîrê iraqî derbarê budçe û referandûma Kurdistanê de daxuyaniyek da
    8 Wezîr bi tohmeta referandûma serxwebûnê hatin girtin
    'Referandûma Kurdistanê encama îxtilafên navbera serokên Kurdan bû'
    Etîketan:
    referandûma serxwebûna Kurdistanê, biryar, Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê, Îyas Samuk, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de