03:13 23 Nîsan 2018
    Artêşa Iraqê

    Heşda Şabî: Mê bajarê Rawa ji destê DAIŞê rizgar kir

    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şabî bajarokê Rawa yê ku herêma dawî ye li Iraqê di jêr kontrola DAIŞê de rizgarkirine. Fermandarê Heşda Şabî Elî Haşim Huseynî ji Sputnikê re axifî û û got, li Iraqê keleha dawîn ya DAIŞê bajarokê Rawa me ji DAIŞê paqij kir û êdî DAIŞ li Iraqê nemaye.

    Hikmet Durgun

    Li gor agahiyên ku ji rayedarên artêşa Iraqê hatine stendin artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şabî, îro berê sibehî ji 3 aliyan ve operasyon dane destpêkirin ku bajarokê Rawa ji destê DAIŞê rizgar bikin. Piştî şer û pevçûnên dijwar yên bi saetan berdewam kirin bajarokê Rawa ji DAIŞê hate rizgar kirin û milîtanên DAIŞê yên sax mayî jî bazdane bi aliyê Sûriyê de.

    Fermandara Heşda Şabî yê li Rawayê Elî Haşim Huseynî ji Sputnikê re axifî û da zanîn ku wan keleha dawîn ya DAIŞê ya li Iraqê bajarokê Rawa îro dora nîvro ji DAIŞê rizgar kirine û weha berdewam kir: "Artêşa Iraqê û Hêzên Heşda Şabî vê sibê ji bo bajarokê Rawa ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bike ji 3 aliyan operasyon dane destpêkirin. Em di demeke kurt de ketin nav bajêr. DAIŞê xwe li ehmber me negirt. Li bajêr ji 100 zêdetir milîtanên DAIŞê hatin kuştin. Yên ku sax filitîn jî bazdan bi aliyê Sûriyê de bazdan. Xelaskirina Rawa gelekî giring e. Lewra bi girtina vê derê re êdî DAIŞ li Iraqê nema. Rawa li bajarokekî mezin û stratejîk e ku li ser sînorê Sûriyê ye. rêxistin êdî xwe li çolteran digre. Em ê çolteran jî ji rêxistinê paqij bikin."

    Bajaroke Rawa di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibû rizgar kirin û ji wê demê ve di jêr kontrola DAIŞê de bû.

    Bi heman mijarî:

    Di êrişa hewayî ya li dijî DAIŞ û El Şebabê de 40 milîtan hatin kuştin
    Fermandarê iraqî: DAIŞ li ber bidawîbûnê ye û ti bajar û navçe di destê wê de nemane
    Di navbera DAIŞ û Talîbanê de şerekî dijwar: 39 kuştî û gelek birîndar
    Îran: Ne ji Heşda Şeibî bûya, DAIŞ diket Bexda û Hewlêrê
    DAIŞ li bajêr hat dorpêçkirin
    Etîketan:
    operasyon, DAIŞ, Sputnik, Elî Haşim Huseynî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de