19:14 20 Nîsan 2018
    Iraq - Penaber

    ‘Sivîlên dawî yên di destê DAIŞê de hatin rizgarkirin’

    © AP Photo / Felipe Dana
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêxê Êla Ereb a El Bunamer a li herêma Enbarê Naîm el Qaud ragihand ku Hêzên Çekdarên Iraqê bi vekirina xeta korîdorê re, li bajarê Ravayê sivîlên dawî yên di destê DAIŞê de rizgar kirine.

    El Qaûd ji Spûtnîkê re da xuyakirin, "Hêzên Iraqî di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de, korîdorên rizgarkirina sivîlan û birina cihên ewle vekirine. Terorîstan sivîl wekî mertalên zindî bikar tanîn û ew bernedidan."

    Şêxê eşîra ereb da zanîn, ji ber ku sivîlên Ravayê ne zêde bûn kêm kes ji wir hatine derxistin û hêzên Iraqî operasyoneke serkeftî ya rizgarkirina sivîlan encam dane.

    Bajarê Rava di navbera herêmên Enbar, Selahadîn û deşta Nînowayê de dimîne ku xeta dawî ya ku DAIŞ li dimîne bû.

    Li deverê bi qasî 10 hezar sivîlên ku wekî mertalên zindî dihatin bikaranîn hebûn.

    Bi heman mijarî:

    Dîmenên kavilbûna Dêra Zorê hatin belavkirin
    Iraq û Tirkiye ji bo petrola Kerkûkê civîyan
    Şaredariya Moskowê ji bo Kupaya Cîhanê 67 milyon dolar terxan kir
    Nûjenkirina Kolana Mehmed Uzun bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
    Gerestêrkeke bi qasî dinyayê hate keşfkirin
    Fûad Mehsûm ji hikûmeta Iraqê xwest qedexeya firînê rake
    HDP: Biryara Dadgeha Bilind a Destûrê tune tê hesibandin
    Etîketan:
    DAIŞ, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de